Bi zêdebûna hejmara penaberan ber bi Holê ve, pêwîstî bi mezinkirina kampê hebû, li ser vê yekê rêveberiya kampê amadekariyên firehkirina kampê dike.

Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya kampa Holê bi koordîneya Rêxistina Alîkariyê ya Rojava re amadekariyên mezinkirina kampê dike. Rêveberiya Kampê bi alîkariya rêxistina navbuhirî beşa 4′an a kampê amade dike, ev beş dikare 250 hezar koçberî bihewîne.

Di vê beşê de, xwaringehek ji bo penaberan hatiye amadekiriye û hemû pêwistiyên wan hatine peydakirin.

Têkildarî mijarê, endamê Rêveberiya kampê Ridwan Nûrî  anî ziman ku rêveberiya kampê bi derbasbûna her malbateke koçber, navên wan li gel xwe qey dike, da ku li gorî hejmara endamên malbatan alîkarî were belav kirin. Ridwan Nûrî di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku Alîkariyan ji penaberan re bişînin. 


 HESEKÊ