
RAMAZAN MARANKOZ / STRASSBOURG
Çalakiyên Kurdistaniyan pêr li bajarê Fransayê Strassbourgê dest pê kir. Kurdistaniya bi çalakiyên xwe Bêbextiya Navneteweyî ya 9´ê Cotmehê şer mezar kir û rêze çalakiyên ji bo azadkirina Ocalan da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan li Strassbourgê, li ber avahiya Konseya Ewrûpayê kete roja xwe ya sêyemîn.
Li aliyê din li avahiya Konseya Ewrûpayê bi daxuyaniyekê ji bo azadkirina Ocalan Kampanyaya Cihanê hat destpêkirin. Berdevka Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re, Havîn Guneşer daxuyanî xwend û got, “Em ji berê ve û roja me ya îro dizanin heta ku birêz Ocalan azad nebe çareseriyeke mayînde û aştî wê pêk neyên. Ji sala 1999’an ve kampanyayên cihê hatin birêvebirin û ev gihiştin aramanca xwe. Li ser vî esasî, Bêbextiya Navneteweyî hat pûçkirin. Niha gelek sendîka, rêxistinên xwedî hêzeke civakî, me ji kampanyayeke ji ya berhevkirina îmzeyan û wêde, ji bo ku em xwe bigihînin civata navneteweyî û zexta siyasî zêde bikin da ku Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî aza bibin heta sala 2019´an, em dixwazin dengê xwe bilind bikin û bigihîjînin asta herî bilind.”
Ji bo Ocalan dengê xwe kirin Êdî dem hat
Înîsîyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocaln re kampanya bi slogana “Dema wê hat! Ji Ocalan re Azadî!” kampanya da destpkirin û di metna kampanyayê de tê gotin, “15´ê Sibata 2019´an 20. salvegera revandin û hepskirina wî ye. 4´ê Nîsana 2019´an, rojbûna 70´yî ya Abdullah Ocalan e. Em dixwazin wî li derve bibînin û pîroz bikin. Dema vê hat! Bi milyonan mirov bi salan e ku ji bo azadiya wî meşan li dar dixin. Halê hazir li seranserê dinyayê 10 milyon mirovî ji bo azadiya wî îmzeya xwe danî bin metnan. Pêdiviya me bi dengê we jî heye!” Di metna kampanyayê de ev gotin hene û li dinyayê gelek siyasetvan, akademîsyen û wêjevanî destek da çalakiyê.
Kî destekê dide?
Di nava van kesan de yên derdikevin pêş jî ev in: Mairead Corrigan-Maguire (Xelatgirê Nobela Aştiyê, Îrlanda), Adolfo Perez Esquivel (Xelatgirê Nobela Wêjeyê, Arjantîn), José Ramos-Horta (Xelatgirê Nobela Aştiyê, Tîmora Rojhilat), José Saramago (Xelatgirê Nobela Wêjeyê, Portekîz), Ramsey Clark (Serodzgerê berê, DYE), Uri Avnery (Gush Shalom, Îsraîl), Noam Chomsky (Hizirker û Zimanzan, DYE), Alain Lipietz (Endamê Parlamena Ewrûpa, Fransa), Pedro Marset Campos (Endamê Parlamena Ewrûpa, Spanya), Lord Eric Avebury (Kamaraya Lordan, Ingilistan), Harry Cohen (Parlamenterê Partiya Karkeran, Ingilistan), Cynog Dafis (Partiya Plaid Cymru, Welatê Galiyan, Brîtanya), Lord Raymond Hylton (Kamaraya Lordan, Ingilistan), Lord John Nicholas Rea (Kamaraya Lordan, Ingilistan), Walid Jumblatt (Serokê Partiya Sosyalîst a Pêşverû, Lubnan), Rudi Vis (Parlamenterê Partiya Karkeran, Ingilistan), Paul Flynn (Parlamenterê Partiya Karkeran, Ingilistan), Máiréad Keane (Ji partiya Sinn Fein, Bakurê Îrlanda), Domenico Gallo (Senatorê kevin, Îtalya), Livio Pepino (Dada Demokratîk, Îtalya) û gelekên din.