Li bajarê Awûstûrya Grazê, di hin çalakiyên dawiya hefteyê hatin lidarxistin de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin. Meclîsa Gel a Grazê, di çarçoveya kampanya îmzeyan a "Ji Ocalan re Azadî" de di çalakiyên li Graz û gund û bajarokên derdorê de dezgeh vekir. Di çalakiya Augengartenfest a her sal li Grazê tê lidarxistin de Meclîsa Gel a Grazê dezgehek vekir û ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kir. Her weha di çalakiyên li bajarê Leibnitz û Weiz'ê de jî îmze tên berhevkirin. Meclîsa Gel a Grazê li gel komkirina 1500 îmzeyan, bi belavok û broşuran bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan tê meşandin.


Li Viyanayê 800 îmze

Her wiha Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî, xebatkarên dengê Kurdan li Awûstûryayê û endamên Rêxistina Ciwanên Kurd li Viyanayê, nêzî 800 îmze berhev kirin.
Kampanya îmzeyan bi organîzeya Meclîsa Gelê Kurd a Viyanayê her hefte li bajarekî cûda yê welêt tê meşandin û roja Şemiyê endamên Dengê Kurdan li Awûstûryayê, kampanya dewir girtin.
Dezgeha kampanyayê li Schwedenplatz a li navenda bajêr hat vedan û li pêwendiyeke mezin rast hat. Li dezgehê, tevî berhevkirina îmzeyan her weha der heqê jiyan, têkoşîn û mercên girtîgehê yên Ocalan de bi zimanê Elmanî belavok hatin belavkirin.

Li Baskê di rojekê de hezar îmze

Ji aliyê din ve li welatê Baskê jî, li gundê Mendîonde sê rojan Kurdan li festîvala Ehz Bask de ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kirin. Di dezgeha li festîvalê de, der heqê jiyana û mercên tecrîdkirî yên Ocalan de belavok û broşur hatin belav kirin û bi devkî agahî hat dayîn. Bi tenê di nava rojekê de hezar îmze hatin berhevkirin. 

GRAZ/VIYANA/BASK