Selva Ibrahîm keçeke ciwan a Kurd e li bajarê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Nashvilleyê û xewna wê ew e ku kalek, bavek dema biçe kitêbxaneya bajêr a giştî, karibe kitêbên bi Kurdî ji bo neviyên xwe yan jî zarokên xwe lê peyda bike. ji ber ku ew li kitêbxaneyê jî kar dike, wê kampanyayek da destpêkirin ji bo kitêban peyde bike yên ku wê li kitêbxaneyê jî peyda bibin.

Li Nashivilleyê civata Kurdan a herî mezin a li DYE´yê heye. Lê kitêbxanê tenê ferhengên Kurdî-Ingilîzî peyda dibin. Selvaya ciwan dixwaze vê biguhere. Ji ber ku pirraniya kitêbfiroşên Kurdî kitêban naşînin DYE´yê, wê kampanya dana kitîbên Kurdî da destpêkirin. Li gorî Selvayê, kitêbxane neynikeke civaka xwe ne û Kurd jî di vê di vê neynikê de xwe peyda bikin. Yanî li gorî wê di vê kitêbên Kurdî li kitêbxanê zêdetir bibin: “Heyatî ye ku hûn xwe bi xwe li di wê neynikê de xwe bibînin.”

Selvayê lîsteyeke kitêbên jî amade kiriye û bi rêya xwedî pîşeyên di nava civaka Kurdan de wê vê lîsteyê belav bike, çawa kordînatorê saziya xwedîpîşeyên Kurdan Dilman Yasîn jî misoger dike wê vî karî bibe serî. Wekî din ew yekser têkiliyê datînin bi nivîskarên li çar parçeyên Kurdistanê da ku nusxeyên kitêbên xwe bişînin ji wan re. Rêvberên kitêbxaneyê pişta Selvayê digirin û dibêjin, ew kitêbên bi hemû şêwezarên Kurdî qebûl bikin.

Heger kesek bixwaze beşdarî kampanyayê bibe, dikare ji navnîşana li jêr re kitêban bişîne: Nashville Public Library Southeast Branch, 5260 Hickory Hollow Parkway, Suite 201

Antioch, TN 37013 / USA