Di çarçoveya Kampanya Malbata Bira de ya ku ji bo destekkirina Sûr, Cizîr û hemû herêmên ji aliyê çeteyên AKP'ê ve hatine xerakirin, li eyaleta Bremen a Elmanyayê civîna gel hat lidarxistin.

Civîn ji aliyê NAV-DEM Bremenê ve hat organîzekirin û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz weke qiseker tevlî bû. Sariyildiz bibîr xist, ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avakirina jiyana nû hat destpêkirin, lê belê ji ber lîstikên tarî yên çeteyên dûvikên dewleta AKP'ê, pêvajoya binçavkirina bi hezaran mirovan û piştre jî bi êrîşa li Amedê bi dawî bûye.

Sariyildiz da zanîn ku li Cizîrê bi sedan mirov bi hevkariya çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ´ê hatine qetilkirin û hînê cenazeyên gelek sivîlên li jêrzemînan hatine kuştin, nehatine wergirtin. Sariyildiz got, "Di nava raya giştî de bi zanebûn ji aliyê dewleta AKP'ê û çeteyên wan ve hin spekulasyon tên kirin. Divê mirov ji wan bipirsin; di salên 1990'î de li Cizîrê yan jî li cihên din ên komkujî lê hatin kirin, xendek hebûn? Ku îro di ser xendekan re propaganda gemarî dikin."


Avakirina stargehê berpirsiyariya wijdanî ye

Sariyildiz diyar kir ku bi tevlîbûna li Kampanya Malbata Bira, wê birînên malbatên zerar ji dagirkeriyê dîtine bê pêçan û ji birînên zarokên sêwî re ev ê bibe melhemek. Sariyildiz got, "Di çarçoveya Kampanya Malbata Bira de malbat bi hev re têkiliyê datînin û em ji navberê derdikevin. Ew bi xwe alîkariya hev dikin. Em bi tenê dibin navbeynkar."

Sariyildiz da xuyakirin, ku kampanya ji aliyê gelek saziyan ve tê meşandin û diyar kir ku bi rêya hesabên medya civakî yên wî bi xwe (@FaysalSaryldz) ev saziyên kampanyayê dimeşînin dikarin werin peydakirin û xwest tevlîbûna li Kampanya Malbata Bira bê kirin. 

Sariyildiz got, "Ji ber wehşeta dewletê ya li Cizîrê bi sedan zarok sêwî man. Berpirsyariya wijdanî ya me hemûyan e ku em ji van zarokan re stargehê amade bikin" û ev bang kir: "Em ji malbatan re ku mala wan nemaye, bibin malbata parêzvan. Ev banga min li tevahiya gelê me yê li Ewrûpayê ye. Eger her meh em 100-150 Euro alîkariyê bidin malbatekê, ev ê hêzê bide wan."

Di civînê de nûnerên gelek saziyan û gelek şexsiyetan banga destekkirina kampanyayê kir. Hat ragihandin ku yên dixwazin li Bremenê tevlî kampanyayê bibin dikarin serî li rêveberên NAV-DEM'ê bidin. 


 BREMEN