Xebatên kampanya 'NA’yê li gelek bajarên Ewrûpayê dewam dike. Li bajarê Elmanyayê Wûppertalê platform hat avakirin û Platforma NA ya Ewrûpayê jî plnsaziya xwe eşkere kir.

Komeleyên AGÎF, ADHK, KCDK û HDK-Wûppertal li bajarê Elmanyayê Wuppertalê civiyan û platfromeke nû ya xurttir a 'NA’yê ava kirin.

Piştî civîna van saziyan, li ser navê platforma nû Huseyîn Îşbîlîr îşaret bi girîngiya pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tiriyeyê kir û got, destûra bingehîn a heyî nebaş e, lê destûra bingehîn a AKP û MHP'ê amade kirî, ji ya berê xirabtir e. Îşbîlîr li ser xebatên xwe jî got, ew ê civînên gel li dar bixin, serdana komeleyên herêman, dikandar û malbatan bikin. 

Plansaziya kampanya 'NA’yê

Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, wê di nava mehekê de li Ewrûpayê çalakî bên lidarxistin. 'Platforma NA’yê banga beşdarbûna çalakiyan kir.

Platformê bang li Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Misilman, hemû bawermendên din, Kurd, Laz, Çerkez, Pomak, Tirkmen û hemû bindestan kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin û plansaziya xwe jî eşkere kir ku beşa wê ya du hefteyên li pêşiya me wiha ye:

4’ê Adarê

Li Bakurê Fransayê Mîtînga Navendî / Demîr Çelîk - Fîlîz Koçalî; li Hollandayê şeva navendî / Garo Paylan - Tûba Hezer; li bajarê Mulhoûse yê Fransayê civîna gel / Çîlem Oz; li Munchenê civîn / Ertûgrûl Kurkçu; Civîna gel li bajarê Mosselle yê Fransayê / Îrfan Dayioglû; Mîtîng li Aachenê / Veysel Sarisozen

5’ê Adarê

Civîna gel li Swîsreyê / Osman Baydemîr û Esra Demîr; li Gîessenê civîn, Çîlem Oz; li Mannheîmê civîn / Ahmet Nesîn - Latîfe Akyuz; li Berlînê civîn / Oya Ersoy - Hatîp Dîcle, Çetîn Gurer; Civîna li Aûgsbûrgê / Ertûgrûl Kurkçu; Civîna li Kolnê / Tûgba Hezer/ Ayşe Yildirim / Şukran Sîncar

7’ê Adarê

Li Dergaha Pîr Sûltan Abdal li Parîsê / Çîlem Oz

11’ê Adarê

Mîtînga navendî li Hannowerê / Hatîp Dîcle; Civîna Gel li Danîmarkayê / Yuksel Koç; Mîtînga navendî li Hambûrgê / Tûrgût Oker, Betul Yarar - Akademîsyenê aştiyê; li salona Zûg a Hollandayê civîn / Velî Kaya

12’ê Adarê

Lîger: Civîna gel / Kemal Aktaş, Yasemîn Karaca; Civîna gel li Heîlbronnê / Ozdal Uçar; Civîna gel li Maînzê / Guler Yildiz û Fehîm Işik; Civîna gel li Swîsre Zûgê / Rojda Yildirim, Çagla Aykaç; Hannover Panel / Mûrat Çakir, Hayko Bagdat, Yavûz Fersalîoglû; Civîna gel li Freîbûrgê / Ahmet Nesîn; Civîna gel li Hîldesheîmê / Oya Ersoy û Pinar Şenogûz


 NAVENDA NÛÇEYAN