Li bajarokê Çomanê yê bi ser Hewlêrê, xelk li şûna hikûmetê gund û jîngeha xwe paqij dikin. Ciwanên gundê Nawpirdanî yê bajarokê Çomanê ji bo parastin û paqijkirina gund û cihên geştiyariyê kampanya paqijiyê dan destpêkirin. Herwiha biryar dan ku mehê carekê kampanyayên wiha bidin destpêkirin. Gundê Navperidan herêmeke geştiyariyê ye û gelek geştiyar berê xwe didin wir. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê paqijkirina wê de xemsar e.

Hikûmet xemsar e

Ji şêniyên Gund Şemal Nawpirdanî ku beşdarî kampanyayê bûye têkildarî kampanyayê ev agahî dan: “Pirsgirêka jîngehê pirsgirêkeke mezin e, û her ku diçe jîngeh ber bi qirêjbûn û xerabûnê ve diçe. Weke ciwanên Navpirdan me biryar da li gel hemû beşên civakê kampanyayek paqijkirinê bidin destpêkirin. Em Daxwaz dikin ku her kes hewl bide jîngehê paqij bike. Em ê vê kampanyayê dewam bikin. Mehê carekê em ê herêma xwe paqij bikin.”

Jîngeha xwe biparêzin

Ji beşdaran jina bi navê  Viyan Heme Emîn jî got; “Jin bi rêjeyeke zêde beşdar bûne. Ev jî taybetmendiyeke gelek baş e, jin pêşengiya parastina jîngeha herêmê dikin. Beşdarbûna jinan wê bandoreke baş li ser civakê bike. Em daxwaz ji xelkê herêmê dikin ku jîngeha xwe  biparêzin.”

 

HEWLÊR