Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Til Temirê li pêşiya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê a bajêr çalakiyek lidar xist û daxuyaniyekî nivîskî dan. Di daxuyaniyê de Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku wan kampaniya tevlibûna nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dane destpêkirin. Di daxuyaniya Ciwanên Şoreşger de hat destnîşankirin ku rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên qirkirin û tunekirinê tê, di rewşekî wiha de ji hemû beşên civakê tê xwestin ku, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê erkên xwe yên dîrokî bicîh bînin. Daxuyanî wiha dewam dike: “Em wek Ciwanên Şoreşger êrîşên komên çeteyan li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û soz didin ku li hember kiryarên van koman bêdeng namînin.”

Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya  xwe de axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya “Me bi ciwanan destpêkir, em dê bi ciwanan biserkevin” bibîr xist û diyar kirin ku, ew ji îro pê de dest bi kampaniya tevlîbûna nava refên YPG'ê dikin. Ciwanan bang li hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Xiristiyanan kir ku, tevlî nava refên YPG'ê bibin. Ciwanan piştî xwendina daxuyaniyê  ji Navenda Perwerdeya Jinê heta Navenda Ciwanên Şoreşger meşek lidar xist.
Li Akademiya Şehîd Xebat a herêma Efrînê dewreya perwerdeyê ku 31 kes tevli bûn, bi merasîmekê bidawî bû. Di merasîma ku Fermadarê Giştî yê YPG'ê Sîpan Hemo jî beşdar bû de, ciwanan sozên xwe dan û tevli nava refên YPG’ê bûn. Hat hînbûn ku li herêma Efrînê, 8 komên ciwanan jî niha di perwerdeyê de ne. Li bajarê Kobanê jî 80 şervanên jin piştî ku pewerdeya xwe bidawî kirin tevli nava refê YPG'ê bûn. Li bajarê Tiltemirê jî 80 kesên ku tevli nava refên YPG'ê bûn tabûra bi navê Şehîd Şiyar Qamişlo ava kirin. Tabûr dê ji bo piştgiriya YPG'ê li bendên kontrolê nobetê bigire. 

TILTEMÎR / QAMIŞLO