Li çalakvana jin a Îranî Nêrgiz Mihemedî 16 sal cezayê girtinê hat birrîn. Ji bo azadiya Mihemedî kampanyayek bi pêşengiya Navenda Parêzerên Mafê Mirovan hat lidarxistin.  

Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê roja 15’ê Cotmehê ji hemû rêxistin û parêzerên mafê mirovan xwest ku ji bo azadiya Nêrgiz Mihemedî bikevin nava tevgerê. Hema piştî wê rojê 20’ê Cotmehê Kampanya cîhanî ya azadiya Nergiz Mihemedî hat destpêkirin.

Yek ji daxwazên sereke yên Kampanyayê, azadiya bê şert û merc a Mihemedî ye. Nergiz Mihemedî, Cîgira Serokê Navenda Parêzerên Mafê Mirovan li Îranê ye. Bi tohmeta dijayetiya bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê hat binçavkirin û Adara 2015’an li zîndana Evîn a Tehranê cezayê 16 sal girtîgehê lê hat birrîn. 

Kampanya ‘Azadî Ji Bo Nergiz Mihemedî’ ragihand ku ew ê li seranserî cîhanê ji bo azadiya Mihemedî dest bi çalakiyan bikin. Navenda Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê jî piştgirî da vê kampanyayê. 


NAVENDA NÛÇEYAN