Hefteya bihurî hinek hunermend di merasîma birînana şairê Îranî Hafiz de ji ber cil û bergên hevjinên xwe, wek kesên ku xîreta wan nîne rastî heqaretan hatin.
Heqareta ku ji aliyê gelek ragihandinên ser bi rejîmê hat kirin, rastî nerazîbûna gelek kesan hat. Mêr jî vê carê ji bo nerazîbûna xwe li hemberî van heqaretan nîşan bidin tevlî kampanya ‘Azadiya Veşartî’ bûn. Mêran wêneyên xwe yên sergirtî li ser torên civakî belav kirin. Aramanc ji vê yekê ew e ku hîcaba bi zorê ya ji bo jinan, bixin mijareke pêkenokê. Gelek rojname û kovarên cîhanê cih dan helwêsta mêran a li dijî hîcaba bi zorê.
GELAWÊJ EWRÎN