Bi pêşengtiya Hemwelatiyên Azad û bi piştgiriya PÇDK, RJAK, Tevgera Ciwanên Welatparêz û gelek rêxistin û partiyên din ve dê li hemû bajar û deverên Herêma Kurdistanê were destpêkirin.

Kampanya komkirina îmzeyan piştî Hewlêrê, dê li seranserê başûrê Kurdistanê û Iraqê bê destpêkirin. Di kampanyayê de komkirina yek milyon îmze tê armanckirin. Bi pêşengtiya Hemwelatiyên Azad û bi piştgiriya PÇDK, RJAK, Tevgera Ciwanên Welatparêz û gelek rêxistin û partiyên din ve dê li hemû bajar û deverên Herêma Kurdistanê were destpêkirin.
Komîteya Amedekar a kampanyayê li Parka Şar a bajarê Hewlêrê bi daxuyaniya çapemeniyê dest bi komkirina îmzeyan kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro her tim li hember zordestî û zextê berxwedan hatiye kirin û ji bo xwe ji wê bindestiyê rizgar bikin têkoşîn hebûye û wiha got: “Lewre gelê Kurd her çendî ku wekî gelên din ên cîhanê ne bûne xwediyê welatê xwe û azadiya xwe bi dest xwe ve neanîbin jî, tu caran li hember dagirkerî, zordestî û êrîşên hovane yên dijmin serî netewandiye.” Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelê Kurd û tevayî gelên bindest û wiha hat gotin; “Dewleta Tirk û hêzên tarî wekî her carê xwestin birêz Ocalan ji holê rakin û tekoşîna rizgarîxwaz têk bibin. Li ser vî bingehê ev bi salan e hevdîtinên parêzeran bi birêz Ocalan re ji aliyê dewleta tirk ve tên astengkirin. Lê dijmin her wekî ku nizane rêberê me Rêber Apo ev lîstokên wan ên qirêj vala derxist û êdî bi hemû cîhanê û raya giştî daye têgehandin ku ev pirsgirêk ne yên tundiyê û şer berevajiyê ye, dê bi riyên guftûgo û aştiyane çareser bibe. Lewre em wekî Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kampanya komkirina milyonek îmzeyan didin destpêkirin û bang li hemû gelê başûrê Kurdistanê û Iraqê dikin ku eleqe nîşanî kampanyayê bidin. 

HEWLÊR