Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî deklarasyona HDK, KCD û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî darbeyê, daxuyaniyek da.

Demîrtaş bi lêv kir ku wan kampanya li dijî darbeya AKP/Qesrê ‘NA’, daye destpêkirin û got, “Ev yek wê ji bo siberoja Tirkiyeyê bi xêr be.”

Demîrtaş, diyar kir ku 252 saziyên civakî îmzeya xwe danîne binê deklarasyonê û got: “Fikara me tevan yek e. Ji 7’ê Hezîranê heta niha darbeya Qesrê didome. Hêza ku vê darbeyê rawestîne, ev hêza li pişt vê deklarasyonê ye. Em bi gelê xwe bawer in. Li Tirkiyê di bin navê serokdewletî û yek-kes de pergala dîktatoriyê xistine meriyetê. Em ê ji vê pergalê re bibêjin, na. Em bi têkoşîna vê hêzê hene.”


Darbeya li Meclîsê 

Demîrtaş, destnîşan kir ku li Meclîsê darbeyek pêk tê û wan li dijî vê darbeyê kampanya “Li dijî darbeya li hemberî meclîsê ‘Na’ daye destpêkirin. Demîrtaş, anî ziman ku ev deklerasyona îro li dijî dîktatoriya darbeyê “na” ye û anî ziman ku hêj darbe xelas nebûye û hikûmet ne xwedî vîn e ku bi serê xwe der barê xwe de biryarê bistîne.


“Kujer û Şerûd” Davutoglu 

Demirtaş îşaret bi bêîradebûna serokwezîrê AKP´ê Ahmet Davutoglu jî kir û got: “Davutoglu li vîna xwe xwedî derneket. Davutoglu wê weke kesê “Kujer û şerûd” têkeve rûpelên dîrokê”. 

Demîrtaş êrişên li dijî HDP û DBP’ê weke perçeyekî darbeyê nirxand û ji bo R.T. Erdogan got : “Her kes dizane gavên tên avêtin ji bo wê ne ku xwe bike mirovê tenê. Ev hêza me wê bibe tirsa wî. Ew Zatê Qesrê bi vê yekê baş dizane. Hemû astengiyên li pêş xwe rakirin, lê tenê nikare me ji pêş xwe rake. Ji ber vê yekê êrişên xwe yên li hemberî me zêde dike.”

Demirtaş got, ev mesele ne meseleya me ya şexsî ye û weha dewam kir: “AKP ji bo parastina vê darbeyê 2 partiyên muxalîf jî kirine şirîkê xwe. Li şûna partiyên muxalif vê rastiyê fêm bikin, ji wan re dibin dezgeh.”


Rojên pêş wê dîrokî bin

Demîrtaş ji bo bidawîhatina li serokatiya AKP´ê ya Davutoglu got, “Davutoglu, gotibû gel wê siberoja vî welatî diyar bike. Bila niha bibêje kî diyar dike. Ev pêkanîn bi xwe darbe ye. Ev dîktatorî ye.” 

Herî dawî destnîşan kir ku yê destnedan anî rojevê Erdogan bû û wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Yê destnedan anî rojeva meclîsê ew zat bi xwe bû. Yê xwest wekîl bên darizandin ew zat bi xwe ye. Niha li Tirkiyeyê 78 mîlyon mirov hene û nivê nifûsê dixwaze ev zat biçe. Ev deklerasyon wê rê li ber serketinê veke. Zêdeyî 30 hevşaredar girtî ne û ji peyvirê hatine girtin. Lê dîsa tecrûbeya me ya têkoşînê têra xwe heye. Em bi pêşengiya HDK û KCD’ê bibêjin ‘Ji darbeyê re na‘ ‘Ji Dîktatoruyê re na”. Rojên pêş wê rojên dîrokî bin. Dibe ku her wext hilbijartina pêşwext bê rojevê. Ji ber vê yekê em bi hev re li dijî vê darbeyê helwesteke xurt nîşan bidin.”