Erdal Sarikaş armanca komkirina pirtûkan anî ziman û wiha axivî: "Ji bo hevalên me yên di girtîgehan de xwe bi tenê hîsnekirin û her tim em li cem wan in em kampanyaya da destpêkirin. Di kampanyayê de gelek hevalên me bi dildarî cih girtin." Sarikaş, da zanîn ku di nav girtiyan de xebatkarên çapemeniya azadî jî hene û wiha pê de çû: "Pirtûkên me komkirin em dixwazin ji hevalên xwe re bişînin. Xebatekî wisa pêvîst e. Armanca xebata me ji bo ku hevalên me yên di girtîgehan de xwe bi tenê hîs nekin e." Sarikaş, bilêv kir ku kampanya di 17'ê tîrmehê de dest pê kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev kampanyaya me dê mehekê bidome. 3 rojin em pirtûkan kom dikin. Di vê demê de me 500 pirtûk komkirin. Bi vê xebatê hemû pirtûkên me komkirin em dê ji hemû girtîgehan re bişînin. Heya niha me hêj ji tu girtîgehan re pirtûk neşandine. Lê rojên pêş de em dê ji girtîgehan re pirtûkan bişînin." Sarikaş bang li hemû kesî kir ku tevlî kampanyayê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Standa me dê mehekê li Kolanan Konurê vekirî bimîne. Em li benda alîkariyên hemû kesî ne. Em li benda pirtûkên kesên bihestiyar in."
'Ji bo em wan tenê nehêlin'
Jina bi navê Elîf Aydin jî diyar kir ku ji bo girtiyên siyasî yên di girtîgehan de kampanyayekî wisa dan destpêkirin û wiha got: "Niha di girtîgehan de hevalên me hene. Dema ez nameyan ji wan re dişînim ji min re bêjin 'dema me ji kesekî nenas nameyan digirin em gelek keyfxweş dibin' Ez ji ber vê yekê gelek bi bandor bûm. Ji bo ku em hevalên xwe bi tenê nehêlin me kampanyayekî wisa da destpêkirin. Pirtûkên em kom dikin bi taybet em dê ji girtiyên nexweş re bişînin." Aydin, anî ziman ku kampanyaya wan rastî eleqeyekî baş tê û wiha axivî: "Li gelek cihên Enqere ji me re pirtûk tên. Hemû kesên dibihîzin ji bo piştgiriyê bidin kedê didin. Ev yek me gelek keyfxweş dike."
EREN DÎNÇ/DÎHA/ENQERE