Weşanên J&J di 22’yê Nîsana 2011’an de li Amedê dest bi weşana xwe kir. Bi boneya damezirandina 6´an kampanyaya erzanî da dest pê kirin. Ji 1’ê Sibatê heta 22’yê Nîsanê dê kampanya bidome.
J&J ku ji aliyê Azad Zal ve hat avakirin, di warên wêje, ferhengzanî, lêkolîn û zargotinê de berhem dan. J&J’yê heta niha 150 heb pirtûk weşadine û ji van sedî 80’yê wan bi Kurdî ne. Ligel van wekî ajans weşanxaneyê hin pirtûk jî ji kes an saziyan re amade kirine û dane çapê. Niha ji bo 6’emîn salvegera xwe J&J’yê kampanyaya pirtûkên xwe bi erzanî da dest pê kirin. Ji 1’ê Sibatê heta 22’yê Nîsana 2017’an yanê heta salvegera J&J’yê dê kampanya bidome. Ji sedî 25 heta sedî 50 dê daxistin ji buhaya pirtûkan bê kirin ji bo kesên bixwazin bikirin. Ji Bakur, ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê kesên bixwazin dikarin xwe bigihînin weşanxaneyê. Li Tirkiyeyê kirînên bi ser 25 TL, ji derveyî Tirkiyeyê jî kirînên bi ser 100 Euro/Dolarî re heqê şandinê jî bi ser weşanxaneyê ye.
Ji bo têkiliyê e-maîla weşanxaneyê ev e: ajansjj@gmail.com
AMED