Kampanyaya ku li hemû gund, nahiye, navçe û bajarên Herêma Kurdistanê bi pêşengiya partiyên siyasî û rêkxistinên civakî ve tê birêvebirin bi hemû leza xwe didome.

Pêr heyetek ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan li navçeya Ranya’ya Silêmaniyê çû serdana avahiya Tevgera GORAN a li navçeya Ranya. Heyeta Hemwelatiyên Azad ji aliyê berpirsê GORAN yê şaxê Ranya Resûl Mistefa Heme ve bi keyfxweşi hate pêşwazi kirin û piştgirî da vê hewildana Hemwelatiyên Azad.
Heme di axaftina xwe de diyar kir ku ew hêvidarin pêvajoya aştiyê ya ku li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin ne tenê ji bo gelê Kurd û Tirk dibe ku ji bo tevahî gelê Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî û biratiyê. Li ser navê Tevgera Goran piştgirî da kampanyaya îmzeyan kû ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin kir û hêviya azadiya Ocalan kir û got: “Em hêvî dikin birêz Ocalan di demek kin de vegera nav gelê xwe û rêbertiyê ji gelê Kurdê qehreman re bike.” 

  RANYA




Duhokê azadiya Ocalan xwest

Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bajarê Duhokê jî deng veda. Endamê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî di merasîma destpêkirina kampanyayê de got, "Me weke wezîfeyeke ehlaqî dîtin ku îmzeyê bavêjin binê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê jiyana xwe yadî mirovahî, Kurdan û gelên Rojhilata Navîn kiriye."
Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 1'ê Gulanê de destpê kir, li gelemperiya Başûrê Kurdistanê belav dibe. Herî dawî li bajarê Duhokê jî kampanyayê destpê kir. Kampanya bi merasîmeke li Parka Azadî, bi beşdariya nûnerên gelek partiyan destpê kir. Di merasîmê de, endamê KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî behsa armanca kampanyayê kir û got, "Me weke wezîfeyeke ehlaqî dîtin ku îmzeyê bavêjin binê kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê jiyana xwe yadî mirovahî, Kurdan û gelên Rojhilata Navîn kiriye."

Banga tevlîbûnê

Berwarî diyar kir ku wan ji bo kampanyayê di 15'ê Gulanê de serî li Walîtî û asayîşa Duhokê dane, lê ji ber dereng destûr hatiye dayîn, wan jî dereng dest bi kampanyayê kirine. Berwarî ragihand ku ewê kampanyayê li hemû navçe û bajarokên Duhokê bimeşînin û got, "Ji ber ku bajarê Duhokê herdu parçeyên din ên Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê ve girê dide, hinekî ji bajarên din cûdatir e. Duhok dikare di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de bibe pira aştiyê. Ji ber vê yekê, li gorî me divê her mijarên netewî ji Duhokê destpê bike." Berwarî banga tevlêbûnê li gelê Duhokê kir.
Berwarî anî ziman ku wan ji bo meşandina kampanyayê di fermiyetê de ji bo 3 kesan destûr stendine, lê meşandina vê kampanyayê ne karê sê çar kesane, divê gelek kes beşdar bibin û banga alîkariyê li gelê Duhokê kir.
Kampanya li gel roja destpêkê jî, li pêwendiyeke mezin rast hat û tevî pêşmerge û polêsan, ji her beşên civakê mirovan ji bo azadiya Ocalan îmze avêtin. 

DUHOK