
Ew roja duyem bû ku bi lingê birîndar li ser pişta Xidirê mêrê xwe li peyî mirovên ji mirinê direvî diçûn. Xidir li ber siya latekê Edûla xwe danî û bi desmala xwe xwêdana ser rû û çavên xwe ziwakir û li keleka Edûlê rûnişt. Seyê wan Bilez, bi helkehelkê zimanê xwe dirêjkir û ew jî li gel wan mexelit. Ji her sêyan pê ve kes sax li paş nemabû. Edûlê li karwanê têkçûyan meyzekir û got;
- Çûn Xidiro, tu jî vî hewanî bibe û herin bigihijin wan.
Gotinên Edûlê yên ciwaniyê hatine bîra Xidir. “Ez simbêlên Xidir yên sorqeytanî bi hemû xortên vê dinyayê naguharim.”
Xortên derdorê hemû dildarên Edûlê bûn û ew dildara Xidir bû. Xidir lê nêrî û got.
- Edûlê ev cara çendaye ku tu vê gotinê dibêje? Vê baş zanibe, bê çawa ji te digot, “An ez ê bibim delala ber dilê Xidirê xwe an jî ez bibim nesîbê axa sar.” Ez jî bêyî te mana li vê dinyayê naxwazim û careke din vê gotinê nebêje.
Bi bersivê re Xidir berê awirên xwe zîvirand û li se yê ku bi wan re mayî nêrî.
Edûlê mîna strana şikestinê bilorîne axivî.
- Bila bi oxira xêrê herin û zû bigihin cihê xwe yê nû.
Li piyên xwe yê berî du rojan bi guletopa li nêzîkî wan teqiyayî birîndar bûyî nêrî û got.
- Hêvî dikim ku di demeke kin de gotinên xêrê û nû bigihînine ruhê me yî birîndar.
Li mêrê xwe yê ku ji bo wê neçûyî nêrî û axivî.
- Hawara min Xwedê, Tawusî Melek û şêx Adiyê Lalişa Nûranî ye ku dilê me yî şikestî bi mizgîniyên xweş aşt bikin.
Careke din li karwanê riya dûr nêrî û lorandina xwe berdewamkir.
- Oxir be mêrxasên têkçûyî. Mirovên xwediyên welatê wêranbûyî, hevalên miriyên bêgor. Zava û bûkên bêmiraz. Ezîzên li ber dilê minî westiyayî, barhilgirên qedera xirab.
Serê xwe ber bi asîman ve bilind kir û ji nişkê ve qêrî.
- Xwedaaaaa, ma heta kengî ev qedera xirab wê bibe qedera me? Heta kengî ev qedera bi êş û keser bêper û bêbask wê bibê nesîbê me. Heta kengî, em bi destên neyarên xwe werine girtin û bi tifing û topên wan werin kuştin?
Mîna li benda mizgîniyekê be ku jê re were li asîman dîsa nêrî û bi dengê bilindtir qêrî. Bi qêrîna wê re se ji cihê xwe bilind bû û dîsa li cihê xwe mexelt.
- Şêrfêdînê dînê Êzîdxan, ma heta kengî Egîd û mêrxasên me wê di çal û gorên bê kêl de werine bin ax kirin û jin û zarokên me wê di xwîna xwe de bigevizin? Heta kengî, xaniyên me wê werine hilweşandin û guleyên van zaliman di eniya ciwanên me de biteqin? Heta kengî Zarok û serspiyên me wê di nav agirên wan de bişewitin? Heta kengî, emê rêwiyên riyên dûr bin?
Edûlê bêdeng bû û li se yê tî û westiyayî nêrî, hêstirên ku xwe di çavên wê de veşartibûn herikîne ser hinarekên rûyên wê. Ew û se yê ku wê mezin kiribû û navê wî kiribû Bilez bêgotin li hev nêrîn. Nûzenûza Bilez lez da herika hêstiran û ji çavên wê hatine xwar. Edûlê û Bilez bi dil û giyanê şikestî û bi awirên têkçûnê li hev nêrîn. Berê awirên xwe ji ser awirên Bilez zîvirand. Careke din li rêwiyên revê nêrî û axiftina xwe berdewam kir.
- Oxir be şikestiyên fermana rûreşan, rêwiyên rêwinda yên xwesteke dilê wan fetisî û miraza wan qurmiçî. Oxir be revokên tî, birçî, dest, rû û lev terikî.
Li girê pêşber nêrî û lorînên xwe domand.
- Çûkên li ser daran, teyrên çiyan, hechecikên malan, masiyên gol û çeman werin, werin bi halê me bigirîn. Werin bigirîn, kew û bezkoviyên vî welatê şewitî, kevokên şikeftên birîndaran, bilbil û şalûlên zinar û latên Êzîdxanê.
Heta koma têkçûyan ji ber çavên wê winda bû li wan nêrî. Piştî ku mirovên direvî ji ber çavên wê winda bûn, dengê xwe hinkî bilind kir û gotên xwe rêzkirin.
- Xidiro, Şengala me û ziyaretên me bêxwedî man. Bila ba, sorxemgîniya têkçûna me ji cîhanê re bêje. Li van çiyan, kevok di dilê me de serjêkirin. Binêre! Xemgîniyê rengê xwe daye hemû rengan û em li nav xwe hiştin. Xwîn ji dil û çavên me diherike. Êşa jin û zarokên esîr bû rûberê xewnên me. Tenêtiya me ya zengirtî di mêjiyê min de dijenê. Karwanê dostan çû û em bi tenê hiştin. Cihên ku li wan dinêrim, serûbinbûna jiyanê ne. Li me dinêrim, em mîna xoxên bidarê ve hatin jibîrkirî ne. Li vir her hezkirin bû têkçûnek. Her çeper bû gorîstenek. Li vir herkesî dîsa birîna xwe di kendalê jîna xwe de hişt.
Ma li van warên bêdeng, bênav, bêstran û bêkes jiyan dibe? Hezkirin li van çiyan û newalan dane jibîrkirin.
Ev Xwedênenas, bi zilma xwe dîsa hatine welatê me û dilovanî li vir jibîra wan çû. Zilma xwe li ser serê me kirine ala serkeftina xwe.
Bindestî kirine navê me. Îro ne dirêjkirina merdiya destên vekirî xuya dike û ne zindîtiya bîbîkên çavan. Em westiyayî û birçî li vir rûniştin e. Riya me di nav mijê de winda dixuyê. Ken ji ser rûyê erd û asîmanê me winda kirine.
Piştî axaftinê Edûlê berê xwe da Xidirê mêrê xwe. Lê Xidir awirên xwe ji ber awirên wê revandin. Nexwest Edûlê, hêstirên çavên wî bibîne.