Fermandariya Hêzên Azadiya Hevpar a Rojava, ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mûzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe) di pêngava azadkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariya Hêzên Azadiya Hevpar a Rojava (BOG) li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Li herêma Tabûra Azadiya Enternasyonalîst ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerên dijwar qewimî, Muzaffer Kandemîr (Dogan Kirefe) şehîd bûye. Herêma ku Dogan lê gihişte şehadetê, ji aliyê şervanên Tabûra Azadiya Enternasyonalîst ve ji çeteyan hate paqijkirin.”

BOG’ê Kandemîr bi bîr anî û got: “Heval Dogan li Pirsûsê, li Enqerê, Stenbol li dijî qetlîamên AKP-DAIŞ’ê têkoşîn meşand û hesab pirsî.“ 


NAVENDA NÛÇEYAN