Yûsif Mihemed destnîşan kir ku ji ber ku parlamento hatiye dagirkirin ti îtîbara hikûmeta Başûr nemaye û wiha peyivî: "Hikûmet ya PDK'ê ye. Krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê gelekî mezin bûye. Pirsgirêka serokatiya Herêma Kurdistanê maka hemû pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê ye. Dema ku serokek rewabûna wî nebe, û dîsan xwe weke serok nîşan bide, wezîran ji hikûmetê dûr bixe, Kaek Mesûd û partiya wî rê bigirin, nehêlin xelk biçe Hewlêr, Şengal û Behdînanê, êdî pêwîst e hêzên siyasî bibin xwedî helwêst. Ji PDK'ê re bibêjin, êdî mafê te nîne pêvajoya demokrasiyê neçalak bikî."
 
'PDK bi bêdengiya aliyên din
pişta xwe rast dike
Yûsif Mihemed ragihand ku PDK casaretê ji bêdengiya aliyên din digire û wiha pê de çû; "Ji bilî Tevgera Goran, aliyên din li gel PDK'ê hikûmeteke nû ava kirine û li dijî wê ji derneketin. PDK casaretê ji bêdengiya aliyên din digire û rê li pêşketinên Herêma Kurdistanê digire. Li Herêma Kurdistanê du enî hene. Eniyek dixwaza rewşa Herêma Kurdistanê weke xwe bimîne. Desthilat û aborî di destê komeke kêm de bimîne. Naxwazin guhertin pêkwerin. Lê pirraniya welatiyan guhertinê dixwazin. Guhertina desthilatdariyê dixwazin. Dixwazin dahata herêma Kurdistanê zelal bê bi karanîn."
 Yûsif Mihemed da zanîn ku ji sala 2013'an ve rewabûna Mesûd Barzanî nemaye û wiha peyivî; "Ew pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê hene ne pirsgirêkên Tevgera Goran in. Pirsgirêka demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê aliyên Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe bişikînin. Em li bendê bûn ku serokekî nû ji bo Herêma Kurdistanê bê hilbijartin û parlamento bê aktîv kirin. Ji ber vê yekê parlamento nikare Barzanî ji karê wî dûr bixe. Ji sala 2013'an ve rewabûna Barzanî nemaye."
 
Îhtîmala şerekî çekdarî?
Yûsif Mihemed da zanîn ku nakokiyên siyasî yên aliyên siyasî ber bi şerekî çekdarî ve diçin û got; "Ew aliyên ku nekarîn li dijî dijminê gelê Kurd şer bikin, amade ne şerê Kurdan bikin. Ez nikarim texmîn bikim wê heta çi astê ev gel bikare li ber xwe bide. Mixabin dema firsend ji bo Kurdan tên pêş, nakokiyên navxweyî van firsendan heba dikin. Nakokiyên serokatiya Herêma Kurdistanê gelek firsend ji destê me birin."
 Ragihandina dewleta Kurdî
weke rûpûşekê
Yûsif Mihemed got, PDK di bin navê ragihandina dewleta Kurdî de rûyê xwe yê rast yê siyaseta xwe vedişêre û pirsa, eger hîmên dewletê nehatin danîn ma wê çawa bê ragihandin.
 Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihmed herî dawî wiha peyivî: "Bi rizgarkirna Mûsilê re DAIŞ lawaz dibe, lê ev yek tenê ne bes e. Pêwîst e li Iraqê teror bê tinekirin yan na, wê dîsan serî hilde. Heya niha ti proje ji bo piştî rizgarkirina Mûsilê xuya nake. Pêwîst e Rojhilata Navîn li gorî daxwazên gelê wê bê dîzaynkirin. Divê rêveberiya welatên Rojhilata Navîn nenavendî be. Divê têkiliyên aliyên Kurd yên ligel welatên cîran li gorî berjewendiyên Kurdên parçeyên din be. Divê siyaseta me Kurdan ji ya dewletên cîranî me cûdatir be."
n NAVENDA NÛÇEYAN