Di dema desthilatdariya Romaniyan de gelek girtî li gel wan hebûn. Tê gotin ku girtiyên mehkûm kevirên mezin li cihê ku niha gir lê ye, kom dikirin û li ser keviran bi axê gir bilind kirin. Di destpêkê de gundê Kaniya Kurda li aliyê rojhilatî gir hatibû avakirin û piştre veguheziya aliyê rojavayê gir yê ku niha lê ye.
Di dema dawî de gund ji ber zêdebûna avakirina malan, hate firehkirin û gihişt bajarê Kobanê û niha niha gund ketiye nava taxên bajarê Kobanê û bi navê taxa Kaniya Kurda ya ku dikeve aliyê bakûrê rojhilat ê bajarê Kobanê, tê naskirin. Ev tax bi bilindbûna girê xwe tê nasîn.
Gundê Kaniya Kurda di aliyê ardnîgariya xwe de ji her çar aliyan ve dikeve nava gundê Mezreet Dawud, gundê Mektekê, gundê Diyab û sînorê Tirkiyê. Ji ber ku di dema berê de li ser gir kanî hebûn li derdora gir ava ji çar aliyan ve diherikî. Gundê Mektelê, Hilinc, Mezret Dawud û Erebên koçer li ser ava ku ji gir ve diherikî dijiyan. Herwiha ji ber ku darên wekî sêv, sinober, coz û hwd jî hebûn , li ser gir gelek cûreyên firokeyan diyan.
Ji ber ku kanî hebûn û axa li derdora gundê Kaniya Kurda ji çandiniyê pir başbû, welatiyên herêmê gelek cûreyên şînkahî û fêkiyan ji xwe re, diçandin û aşek ji bo ard ji xwe re avakirin. Pitî ku kanî zuha bûn Erebên koçber nema hatin gund û hemû dar ji ber nebûna avê mirin. Her wih aşê ku ahtibû vakirin veguheziya devereke din.
Elî Mihemed Ehmed li ser zuhabûna kaniyan wiha got: “ ji beriya 30 salî ve di encama zêdebûna kolandina bîrên avê li bakûr û rojavayê Kurdistanê de kaniyên avê zuha bûn, bi demê re dar û zeviyên ji ber tinebûna avê mirin”.  
Derbarê avakrina xaniyên gund de û rastiya çîrokên bav û kalên waan de Elî Mihemed Ehmed wiha dibêje: “dema ku me gir dikola ji bo ku em axê bibin me kevirên reş didîtin, heta niha jî ev kevir tên dîtin, ev yek çîrokên ku bav û kalên me ji me re digotin, piştrast dike.

ANHA/KOBANÊ