Rojeva siyasî ya li Tirkiyê, rastiya dewleta Tirk a dijînsanî careke din radixe ber çavan. Li hêlekê 100. salvegera qirkirina Ermenî û Asûrî-Sûryaniyan û li hêla din jî înkar û bertekên rayedarên dewletê yên li hemberî banga raya cîhanî ya ji bo rû bi rû hatina vê rastiyê... Dewleta Tirk kuştin û sirgûnkirina 1.5 mîlyon Ermenî (Metz Yeghren) û ya kuştina sed hezaran Asûrî-Sûryaniyan (Seyfo) hê jî bi fermî înkar dike, êşên xelkan zindî dihêle. Komkujiyên li Kurdan kirî ji xwe, qet qebûl nake...

Destpêkê Papayê Katolîkan Francesco, li pey wî jî Parlamentoya Ewropayê (PE) him qirkirina Ermeniyan qebûl kirin û him jî bang li Tirkiyê kirin ku bi vê rastiyê re rû bi rû were. Partiyên dewletê yên klasîk AKP, CHP û MHP’ê bi daxuyaniyeke hevpar helwesta Parlamentoya Ewropayê şermezar kirin. Bi vê helwestê, careke din diyar bû; ku ev partiyên xwedî hişmendiya dewletê, hên jî ji bo qebûlkirina rastiya dewletê û zilma ku dewletê li xelkan kiriye re ne amade ne. 

Tîştê balkêş; îsal salvegera qirkirina Ermeniyan rastî daxuyandina danezanên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartina 7’ê hezîranê hat. Her partî ji bo sibêroja xelkên li Tirkiyeyê bernameyên xwe aşkere kirin û bahsa projeyên xwe yên siyasî, aborî û kulturî kirin. Bi taybetî jî ev partiyên dewletperest behsa qaşo aramîkirina jiyana xelkê û pêşxistina azadiyê kirin. Lê tu ji wanan behsa guherandina feraset û nasnameya Tirkperest û Misilmantiya şiklî ya dewletê ku sedemê hemû pirsgirêkên civakî ye, nekirin. Ne soza çareserkirina pirsgirêka Kurdî hat dayîn, ne jî behsa qebûlkirina mafên netewî û civakî yên xelkên din ên ne Tirk û ne Misilman hate kirin. Bi gotinên gilover dîsa parastina dewletê danîn pêşiya azadî û aramiya civakê. Yanî ji xelkê re banga xwe pakkirina di ava qilêr de kirin. A ji bîr dikin ew e ku; ‘av di serê kaniyê de şêlo dibe û ava şêlo di cihokan de zelal nabe!’ Bi gotineke din ya kal û pîrên me; ‘xeta xwar ji gayê pîr e!’

Li hinda vê yekê, tenê partiya Kurdan û demokratên Tirkiyeyê HDP’ê bi aşkereyî daxuyand ku ew qebûl dikin ku xelkên Ermenî û Asûrî-Sûryanî sed sal berê ji hêla dewleta Osmanî ve rastî komkujiyê hatine û nifûsa wan xelkan a li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê bi giştî ji holê hatiye rakirin. HDP’ê bang li dewletê kir, ku bi polîtîkayên komkujiyê re rû bi rû were û pêşiya jiyaneke ku xelk gişt bi awayekî azad her mafên xwe yên netewî û civakî bikarbînin, veke. Herwiha rayedarên KCK’ê jî di daxuyaniyên xwe de gotin ku înkar jî qasî komkujiyê sûcekî mezin ê dijînsanî ye.

HDP’ê di danezana xwe ya ji bo hilbijartina parlamentoyê de, li şûna dewleteke yek nasname, yek ziman û yek dîn, mizgîniya dewleteke pirrengî, pirrzimanî, pirrbawerî da. Li şûna dewlet, desthilatdarî û serdestiyê, mafên civakî, azadiya xelkan û rejîmeke tam demokratîk derxist pêş. Herwiha rêngê jinê mora xwe li bernameya HDP’ê ya hilbijartinê da. Hat aşkerekirin ku her qadê jiyanê wê bi rengê jinê were xemilandin û jin wê bi vîn û keda xwe tevlî avakirina jiyan, civak û rejîmeke nû ya demokratîk bibin.

Hilbijartinên li 7’ê hêzîranê ya li Tirkiyeyê, pêşbirkeke di navbera polîtîkayên dewletperest û xelkperest de ye. Ji îro de daneyên vê yekê derdikevin holê; ku rejîma Tirk a bûye sedemê komkujiyên xelkên ne Tirk û ne Misilman, ji bo dirêjkirina emrê xwe wê hewldanên xwe yên dawî bike. Li hêla din jî bi bîrdoza Tevgera Azadiyê ya Kurd a ‘demokratîk, ekolojîk û bi azadiya jinê ve azadbûna civakê’ hemû xelkên li Tirkiyê û li Bakurê Kurdistanê di bin sîwana HDP’ê de wê deriyê rejîmeke pirrengî ya ku xelk gişt vîna xwe tevlî bikin û pê bikanin her mafên xwe yên netewî û civakî bikarbînin, vekin. Li şûna ‘xelkên dewletê’, feraseta ‘dewleta xelkan’ wê pêşbikeve...

HDP kaniya zelal a xelkan e û banga jiyaneke nû ya azad û pak e...