Bernameya Şanoya Mencel a meha Kanûnê diyar bû. Şanoya Mencel, bi lîstikên şanoya jixweberî û “Kozik” wê derkeve pêşberî şanohezan.
Şanoya Mencel wê bi çalakiyên cuda derkeve pêşberî şanohezan. Di bernameya Mencelê ya vê mehê de pêşandana stand-up a bi navê “Te Dît” a Abdullah Tarhan, lîstika “Kozik” a jinan û lîstikên jixweberî hene.
Hemû lîstik wê saet 19.00’an bên pêşandan. Bernameya meha kanûnê wiha ye:
- 14’ê Kanûnê - Kozik
- 15’ê Kanûnê – Jixweberî
- 16’ê Kanûnê – Kozik
- 21’ê Kanûnê - Jixweberî
- 22’ê Kanûnê - Kozik
- 28’ê Kanûnê – stand-up “Te Dît”
- 29’ê Kanûnê – stand-up “Te Dît”
WAN