Filma “Kapî” ya ku behsa drama malbateke Suryanî ya ji Mîdyatê dike, û Kadir Înanir û Vahîde Perçîn lîstikvanên wê yên sereke ne, li Elmanyayê tê nîşanda. Doh galaya filê ya Elmanyayê li Berlînê çêbû.
Derhênerê filmê, Nîhat Dûrak e. Li gel Kadîr Înanir û Vahîde Perçîn, her wiha Tîmûr Acar, Aybuke Pûsat, Sermet Yeşîl, Nîlay Erdonmez û Ozgun Çoban jî di filmê de cih digirin.
Film wê ji vê hefteyê û pê ve di serî de Elmanya, Belçîka û Awusturya li gelek welatên Ewrûpayê bê weşandin.
Galaya Elmanyayê ya filmê doh li salona sînemayê ya “Cineplex Neukolln” saet 19:00´an pêk hat. Li vê sînemayê, film wê heta 15´ê bê nîşandan.
Dem û cihê ku “Kapi” li wan bên nîşandan wekî din li jêr in:
12´ê Gulêanê li Berlin Cineplex Alhambra, li Essen Cinemaxx, li Hamburg-Harburg Cinemaxx, li Wiesbaden Apollo Theater.
26´ê Gulanê li Augsburg Cinestar, li Bonn Bad Goedesberg Kinopolis, li Güterlesloh Cinestar, li Karlsruhe Universum City û li München Mäthäser.
BERLÎN