Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji rojnameya Le Temps a Swîsreyî re axivî. Karasû li ser operasyoneke mihtemel a Tirkiyeyê got, “Ne dikare me ji vir derxîne, ne jî dikare bi me.”

Rojnamevan Bori Mabillard çavdêriyên xwe yên li Qendîlê nivisîn. Mabillard ragihand ku rejîma Enqereyê nêta xwe ya ji bo qedandina PKK’ê bi operasyoneke dawî venaşêre û wiha qala Qendîlê kir: “Herêma Qendîlê weke destmaleke qermiçî ye. Dema ku bi temamî rast bibe, mezinahiya wê bi sê qatî zêde dibe. Rolyef, berf, geliyên berfireh PKK’ê li vir diparêzin.”

Mabillard di nivîsa xwe de balê dikişîne ser bendên kontrolê yên gerîla û gerîlayê bi navê Zagros ku balafirên kefşê yên bê mirov nîşan dane û gotiye, “Ev predator in ku DYE’yê dane Tirkiyeyê. Liv û tevgerê tespît dikin. Ji bo em xwe biparêzin, tedbîra destpêkê ew e ku em xwe nelivînin. Tedbîreke hêsan e, lê gelekî bi bandor e.”

Me li dijî vê yekê taktîk afirand

Rojnamevan Bori Mabillard di nivîsa xwe de cih daye xeberdana Mûstafa Karasû jî. Karasû wiha peyiviye ji Borî Mabîllard re: “Nêzî 20 baregehên artêşa Tirk li nava xaka Iraqê hene. Me dişopînin, lê nikarin kontrol bikin. Em gelekî bi tevger in û me li dijî vê yekê taktîk afirandin.“

Biryara DYE ya dualî

Li gorî Karasû, pirs ne ew e ka ‘Gelo Tirkiye wê êriş bike yan na’, pirs ew e ka Tirkiye wê kengî êriş bike. Karasû dibêje, “Lê belê ne dikare me ji vir derxîne, ne jî dikarin bi me. Ev sî sal in bêyî serketineke eskerî didome.”

Karasû biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya li dijî sê rêveberên PKK’ê nirxandiye û gotiye, “Mesaja Washingtonê dualî ye. Ji aliyekî ve temînatê dide Tirkiyeyê, hewl dide bêhnê bîne ber, li aliyê din jî ji bo karibe operasyoneke mezin a eskerî pêk bîne, serbestiya operasyonê dide.”

Ne ji me bûya Hewlêr ketibû

Her wiha Karasû diyar kiriye, DYE di mijara hedefê de şaşîtî kiriye û got, yê ku gefê li aramiya herêmê dixwe Tirkiye ye û wiha peyiviye: “Di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ´ê de em bi DYEŞyê re di nava koordînasyoneke yekser de ne. Heger em nebûna, wê Hewlêr biketaya bin kontrola DAIŞ’ê. Ne ji şervanên me be, dinya nikare ji cîhadîstan rizgar bibe.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN