Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan hevdîtinên li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên kirin nirxandin û got; “Niha em dikarin bêjin bi hev dişêwirin.” Karayilan diyarkir ku divê dewletê gava destpêkê biavêje û projeya xwe ya çareseriyê aşkere bike.
Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan, der barê hevdîtina li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin, bersîv da pirsên ANF´ê. Karayilan anî ziman ku hewildan û diyalog heye, lê belê pêwîstî bi pêngavên pratîkî jî hene. Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan pirsî ka dewleta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêngavên çawa bi avêje. Karayilan her wiha di nav de pozîsyona Ocalan ya li Îmraliyê jî pêngavên bêne avêtin jî rêz kirin û diyarkir ku destpêkirina diyaloga bi Rêber Apo re hewldanek girîng û di cih de ye.

Hewldaneke girîng e

Karayilan anî ziman ku divê ev gav biçûk neyê dîtin û di vê mijarê de weha got: “Lê ev hemû niha nayên wê wateyê ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê hatiye destpêkirin. Ev hevdîtin û diyalog wê di rojên pêş de aşkere bibin ka wê vebiguhere pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd an na. Niha em dikarin bêjin em bi hev dişêwirin." Karayilan diyar kir ku li holê hewldanek heye û pêşketinek diyalogê heye, lê divê gavên pratîk bên avêtin. Karayilan wiha axivî: “Ger niha dewlet bêyî ku tu gavên berbiçav biavêje, ji me bixwaze ku em dest ji çek û çeperên xwe berdin, an jî bixwaze li ser me tiştek ku pozîsyona me lawaz bike bide ferzkirin, ev yek di nava refên me, civaka me û raya giştî de rê li ber şik û gumanên ciddî vebike. Heta niha jî serdestiyek a fikaran heye. Em naxwazin di vê mijarê de titşeke zû bibêjin, lê ji ´polîtîka û biryara çareserkirina pirsgirêka kurd´ zêdetir, tesbîtên ´konsepta bêhêzkirin û bêbandorkirina Hêzên Azadiya Kurd û bi darê zorê tevlî xeta xwe ya çareriyê jî bike´ heye.”

Berpirsyarî û cîdiyet divê

Karayılan bang li dewleta Tirk kir û aşkere bike ka wê dest ji şîdetê berdin an na û wiha domand: “Di vê mijarê de cidiyeteke mezin û berpirsyartiyek divê. Ger careke din taktîkên mijûlkirinê yên ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê belê ji bo çareserkirina PKK’ê bên pêşxistin, ev yek heyf û mixabin e. Divê dest ji polîtîkayên ku careke din vê herişandinê bi xwe re bîne were berdan. Divê bi helwesteke pir cidî nêzî vê mijarê bibin. Ji bo pêşxistina pêvajoya çareseriyê, divê beriya her tiştî dewleta Tirk biryareke wiha bide.”
Karayilan da zanîn ku divê dewletê gava destpêkê biavêje û got: “Madem dewlet û hukûmetê li ser vî esasî biryara çareserkirina pirsgirêka Kurd dabin û ya ku çareser bikin ew bi xwe ne, divê pêngavek pratîk biavêje û li gel vê jî projeya xwe ya çareseriyê aşkere bike. Yanî ger dixwaze çareser bike, dixwaze çawa çareser bike? Projeya wê çi ye? Heta projeyeke wiha neye aşkerekirin, tu zemînek a diyalog û muzakereyê jî çênabe û tu stratejiyeke çareseriyê jî pêş nakeve. Her tim behsa stratejiya entegreyê tê kirin û kesek aşkere nake ka ev çi ye. Yanî dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çi gavan biavêje? Em weke aliyê Kurd dixwazin vê yekê bizanin û raya giştî jî dixwaze vê yekê bizane.”

Gavên divê bên avêtin:

Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Murat Karayilan gavên ku divê werin avêtin jî weha rêx kirin:
- Divê şert û mercên Ocala were başkirin, ji bo di pêvajoya aştiyê de rol bilîze pêşî lê vebike û ji bo azadiya wî hewldan hebin. Divê yekser bi Ocalan re diyalog pêk werin.
- Ji bo pêvajoya çareserî û aştiyê divê projeyeke hebe û li ser esasê vê projeyê divê pêvajoya muzakereyan were rojevê û ji bo gavên bên avêtin divê dem were diyarkirin û ev bikeve pratîkê. Divê perspektîfa wê bikeve nava destûra bingehîn û li ser bingeha çareseriyeke mayinde divê lihevkirineke civakî çêbibe.
Karayilan di dawiyê de jî ev hişyarî da û got: “Ger hûn cidî bin, kerem bikin, ne cidî bin jî hûn nikarin me bixapînin. Heta gavek ji aliyê din ve neyê avêtin, tu kes hêza xwe naxe kemînê û xetereyan. Divê hesabê ferzkirina vê yekê li ser me û nekin û paşê nebêjin “PKK gav neavê.” 

ANF/BEHDÎNAN 




Turk: Divê her kes piştgirî bide


Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk ku biOcalan re hevdîtin pêk anî, der barê hevdîtinê de diyar kir ku pêwiste di vê pêvajoyêde her kes vê birînê derman bike û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, piştî ku pêr bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li grêva Îmraliyê hevdîtin pêk anî, li ser hevdîtinê daxuyaniyek pir kin da. Turk  der barê hedîtinê de wiha got: "Em niha nafikirn li ser naveroka vê hevdîtinê daxuyaniyên fireh bidin. Wekî tê zanîn bi salan e birîneke ku xwîn dibe heye. Divê em hemû vê birîna ku her tim xwîn dibe bikewînin û derman bikin. Divê her kes ji bo piştgiriyê di nava hewldanan de be. Niha em tenê dikarin der barê hevdîtinê de vê yekê bêjin." 

DÎHA/AMED