
Karayilan got, derxistina DAIŞ’ê ji nava Reqayê, wê têkoşîna Rojhilata Navîn a Konfederal Demokratîk xurtir bike.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, li ser rizgarkirina Reqayê ev peyam weşand:
“Em rizgarkirina Reqayê li gelên Sûriyeyê, gelê Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Dema ku Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hate dagirkirin, bi berxwedaneke mezin a ji çar meh û nîvan hatibû rizgarkirin. Niha jî, piştî 2 salan bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ‘ê ji xwe re weke paytext ragihandibûn û lê zordest bûn, bi operasyoneke ji çar meh û nîvan hate rizgarkirin.
Rizgarkirina paytexta çeteyên DAIŞ‘ê ku tirseke mezin li cîhanê belav kiribû û ji bo tevahiya mirovahiyê xeteriyeke mezin bû, serketineke mezin e. Bi navê Komîteya Rêveber a partiya me PKK’ê, ez hemû fermandar û şervanên leheng ên YPG, YPJ û QSD’ê yên bi performanseke bilind a leşkerî ev operasyon meşandin, pîroz dikim. Rêveberiya partiya me vê serketinê gelekî hêja dibîne û her kesên ku cihê xwe di vê serketinê de girtine silav dike. Em hemû şehîdên ku di vî şerê giran de gihîştin şehadetê bi bîr tînin. Yên ku di vî şerê pîroz ê mirovahiyê de şehîd bûn, şehîdên doza mirovahiyê ne. Şehîdên me ne jî. Wê di têkoşîna azadiyê ya gelan de her bijîn. Bi saya lehengî û fedakariya van şehîdan, gelê Kurdistanê, gelê Ereb, hemû gelên herêmê û mirovahiyê gelek tişt qezenç kirin. Beriya her tiştî mirovahî ji belayekî mezin rizgar bû. Em zanin ku gelek mirovên enternasyonal tevlî vî şerî bûn û şehîd bûn. Ez hemû şehîdên enternasyonal bi taybetî bi bîr tînim.
Di vî şerî de, tevkariya şervanên enternasyonal û hêzên navneteweyî li pêş çavan e. Lê belê, yên ku mohra xwe li vê serketina navdayî xistin, ew leheng in ku ligel hemû xefikan, bi ruhê fedayî, bi wêrekiyeke mezin, sîng bi sîng şer kirin û çeteyên DAIŞ‘ê yên namerd kolan bi kolan qewirandin. Ji ber vê yekê, ev fedakariya wan a lehengî ku ji bo mirovahiyê kirin, bi her awayî hêjayî pesindayinê ye. Mînakek mezin a mirovahiyê û rêzdariyê ye. Di oxira doza mirovahiyê de meşandina vê têkoşînê bi dilsoziya bi demokrasî û azadiya gelan re, fedakariyeke mezin e. Ji ber vê yekê, em hemû şervan û fermandarên YPG, YPJ û QSD’ê yên ku DAIŞ ji hev xistin, bi coşa şoreşgerî silav dikin û dixwazin her serketî bin. Wekî din, em her kesên ku keda xwe di vî şerî de heye, silav dikin. Vê serketinê, azadiya gelên Sûriyeyê û li ser bingeha biratiya Kurd, Ereb, Asûrî û hemû gelên herêmê zemîna çareseriya hemû pirsgirêkan bi rêbazên diyalog û demokratîk afirandiye.“
Çareserî neteweya demokratîk e
Karayilan destnîşan kir ku rêbaz û projeya wan a çareseriyê ku li Rojhilata Navîn tekana rêbaza guncave û dikare bir bikeve mîne Neteweya Demortatîk binav kir û wiha berdewam kir: “ Em weke PKK, di wê baweriyê de ne ku pirsgirêka li Sûriyeyê û hemû pirsgirêkên li herêmê bi perspektîfa neteweya demokratîk bi rêbaza diyalog û nîqaşê dikarin bên çareserkirin. Ev lêgerîna neteweya demokratîk a nû, ku beriya niha li Şeddadê, Minbic û Tebqayê hate nîşandan û niha jî li Reqayê derkete holê, em hêvîdar in ku wê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên li herêmê bibe mînakek. Ji ber vê yekê, em rizgarkirina Reqayê ne tenê ji bo Reqayê, lê ji bo tevahiya Sûriye û herêmê weke destpêka pêşketineke girîng dibînin. Em bawer in, ku têkoşîna azadiya gelên herêmê ya li ser rêya Rojhilata Navîn a Konfederal Demokratîk wê xurtir bibe û li ser vê bingehê em careke din hemû şervanên azadiyê yên Reqayê bi hezkirin û rêzdarî silav dikin û bi navê partiya xwe, di têkoşîna wan de ji niha û pê ve jî serketinên mezin dixwazin.”
NAVENDA NÛÇEYAN