* Karayilan têkiliya stratejîk ya PDK´ê bi AKP’ê re rexne kir û got, “Erdogan û AKP dixwazin yekîtiya li Başûrê Kurdistanê parçe bikin. Kurdistan tenê bi parçayekî azad nabe. Pêwîst e PDK vê şaştiyê bibîne û dest jê berde. Divê hêzên Kurd li şûna berjewendiyên partiyan, divê berjewendiyên welat esas bên girtin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan derbarê operasyona Minbicê, desteka AKP’ê ya ji bo çeteyan û aloziya kriza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê de ji televîzyona Kurdsat News a li Başûrê Kurdistanê re axivî.
Karayilan têkildarî operasyona Minbic û desteka AKP’ê ya ji bo çeteyan got: “Hikûmeta AKP’ê li hemberî Şoreşa Rojava di nava şerekî aktîf de ye. Ji ber ku li gorî wan rêya diçe Kurdistana mezin di Rojava re derbas dibe. Ew ji destxistina statûyeke li wir ku Kurdistana mezin biafirîne ditirsin. Ji ber wê jî bi şêweyekî tund li hemberî Rojava şer dimeşînin. Naxwazin Kurd bibin xwedî îrade. Ji ber vê jî hîna ji destpêkê ve ji bo hinek komên li Sûriyeyê alîkariya pere, çek û cebilxaneyê didin, wan li hemberî Şoreşa Rojava bi kar tînin. Lê rêxistinên weke El Nusra, DAIŞ, Ehrar el-Şam li rexmê desteka werdigirin jî, nekarîn pêşiya Şoreşa Rojava bigirin. Di encamê de êdî Şoreşa Rojava gihaye asteke giring.
Bi taybetî jî bi avakirina Federasyona Bakurê Sûriyeyê hewldana ji bo rizgarkirina vê herêmê, pêşketineke pirr girîng e. Kurd li Sûriyeyê tenê ne ji bo xwe, bi armanca demokratîkbûna tevahiya Sûriyeyê têdikoşin.”
 
Planên Tirkiyê li ser Minbicê
Karayilan diyar kir ku operasyona Minbicê ji bo bakurê Sûriyeyê pir giring e  û got ku dewleta Tirk ji bo ev operasyon bi ser nekeve di ser Cerablusê re destekê dide DAIŞ’ê.
Mûrat Karayilan got, operasyon ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tê meşandin û weha dewam kir; “Bê guman hêzên QSD’ê jî tevlî vê operasyonê bûne. Li herêmên Efrîn, Ezaz, Cerablus û Şehba pêşketinên girîng rû didin. Li gorî agahiyên gihane destê me, DAIŞ’ê biryara ku li Minbicê li ber xwe bide û vir bernede girtiye. Di rastiyê de ev projeyeke dewleta Tirk e. Di ser Cereblûsê re destekê dide DAIŞ’ê. Vêna bi veşartî û eşkereyî dike. Bi veşartî destekê dide DAIŞ’ê. Eşkere jî li herêma Ezazê destekê dide El Nusra û Artêşa Azad a Sûriyeyê. Hedefa wê ya bingehîn jî, dixwaze operasyona Minbicê bi bin bixe û bike ku ew bi ser nekeve. Ji bo vê jî weke min got, di ser xeta Ezaz û Helebê re bi artêşa Azad a Sûriyeyê re El Nusrayê dixe nava tevgerê. Hewl dide ku operasyona Minbicê bi bin bixe. Wek mînak, rojên bihurî, bi van hêzan êrîşê Şêxmeqsûd kirin û gelek sivîl qetil kirin. Her roj li Efrîn, Şêxmeqsûd wan dide êrişkirin. Bi heman şêweyî li Maree li cihên ku DAIŞ’ê berdane van hêzan bi cih dike. Bi vî şêweyî DAIŞ’ê ber bi Minbicê ve dibe. Ev bi temamî planek e ku dewleta Tirk bi pêş xistiye.”
 
‘Dixwazin dagirkeriya kûr bi pêş bixin’
Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide li rex rêxistinên çeteyan hikûmeta Sûriyeyê jî li dijî Kurdan bide şerkirin û got, dagirkeriya kûr careke din xistiye dewreyê.
Mûrat Karayilan diyar kir ku hêzên Kurdistan dagirkirî, dagirkeriya kûr jî xistine dewreyê û weha pêde çû; “Dagirkeriya kûr, rewşa destekdayîna hevdu ya her çar dewletên Kurdistanê di nava xwe de parçe kirî ye.
Dewleta Tirk û Sûriye dixwazin vê dagirkeriya kûr bi pêş bixin. Bi heman şêweyî li gel Îranê jî li ser vî bingehî têkiliyê bi pêş dixin. Dibe ku Iraqê jî bêxin nava vê. Di encamê de tişta dixwazin bikin, ew e ku careke din vê dagirkeriya kûr bêxin dewreyê. Ji ber vê yekê, di çarçoveya operasyona Minbicê de bûyerên girîng rûdidin. Lê divê em bizanin ku, dewleta Tirk hewl dide ku operasyona Minbicê bi bin bixe. Ji bo wê jî ew hemû komên ku me qala wan kir, li hemberî Meclîsa Eskerî ya Minbicê, YPG û QSD’ê ketine nava êrişê. Lê li gorî min, ev plan wê hemû  bên pûçkirin. Ji ber ku hêzên bakurê Sûriyeyê jî hay ji van planan hene û li gorî vê wê tedbîrên xwe bigirin, êrişê pûç bikin û operasyona Minbicê wê bi serketinê encam bibe.”
 
‘Divê Kurd firsetê ji dest nedin’

Mûrat Karayilan diyar kir ku qewimînên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan firsenda dîrokî ye û got, divê hemû partiyên Kurd vê firsendê binirxînin.
Karayilan got, herêm wê careke din bê dîzaynkirin, di vê dîzayna nû de wê ne Iraq, ne Sûriye, ne Tirkiye û ne jî Îran weke berê bimînin û got, di vê dîzayna nû de neçar in ku rastiya Kurdan qebûl bikin.
 
‘Divê helwesta yekgirtinê bingeh be’
Karayilan têkildarî ger ku Kurd yekîtiya xwe bihêz nekin metirsiyên pê re rû bi rû bibin jî got, “Di demeke weha girîng de, ger Kurd yekîtiya xwe xurt nekin û di stratejiyeke hevbeş de nebin yek, dibe ku tbi tehlûkeya jidestdana vê firsenda qasî zêr girîng re rûbirû bibin. Ji ber ku dagirkeriya kûr a me qala wê kir, di dewreyê de ye. Îro ji bo azadiya Kurdistanê şert û merc gûncaw in. Di wê çarçoveyê de divê Kurd bên gel hev, kongreya xwe ya neteweyî li dar bixin. Kurd divê bi vê kongreyê bi stratejiyeke hevbeş tev bigerin. Ger weha bibe, dibe ku Kurd Kurdistanê damezrînin. Ev erka hemû kesan e. Bi heman şêweyî erka Başûrê Kurdistanê ye jî.”
Mûrat Karayilan lihevkirina di navbera YNK û Tevgera Gorran de jî weke pêngaveke erênî nirxand û weha axivî: "Divê ev lihevkirin di nava hemû hêzên Kurdistanê de jî pêk bê. Divê helwesta çêkirina yekîtiyê bingeh bê girtin."
 
‘Kurdistan bi parçayekî azad nabe’

Mûrat Karayilan da zanîn ku gelê Başûrê Kurdistanê gelek berdêlên mezin dane û got: “Divê li ser vî bingehî jî yekîtî bê çêkirin. Ne tenê li Başûrê Kurdistanê, divê yekîtî li hemû parçeyên Kurdistanê pêk bê û hêzên din jî bîne gel hev, bibe bingeh.
Karayilan destnîşan kir ku Kurdistan tenê bi parçayekî azad nabe û got: “Ji ber ku wê hêzên dagirker destûrê nedin vê. Li ser vî bingehî divê Başûrê Kurdistanê hem yekîtiya xwe ya navxweyî û hem jî yekîtiya xwe ya bi parçeyên din re bi roleke mezin rabe. Gelo wê ev kengê pêk were? Ev jî dema ku peywendiyên xwe yên derve li ser bingehê taktîkî bigirin dest û peywendiyên hundirîn li ser bingehê stratejîk bigirin dest, wê demê dikare ev yekbûn pêk were. Ev pêwîst e.”
 
‘AKP dixwaze yekîtiya li Başûrê Kurdistanê parçe bike’
Karayilan, têkiliya stratejîk a PDK bi AKP’ê re bipêşxistiye rexne kir, diyar kir ku ev têkilî zererê dike li yekîtiya neteweyî ya Kurdan. Mûrat Karayilan diyar kir ku feraset û stratejiya bingehîn a AKP û Erdogan li ser bingehê tinekirina Kurdan hatiye avakirin û weha dewam kir; “Erdogan û AKP dixwazin yekîtiya li Başûrê Kurdistanê parçe bikin. Ji ber ku stratejiya bingehîn a Erdogan li ser bingehê tinekirina Kurdan hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de, divê PDK jî vê şaşîtiyê bibîne û dest jê berde. Li cihê vê, bê ser xeta yekîtiya neteweyî. Heman tişt ji bo Îranê jî derbas dibe. Divê têkiliyên statejîk di siyaseta hundir de jî hebin. Siyaseta derve divê li ser bingehê taktîkî bê avakirin. Hêzên Kurd kengî yekîtiya hundir bingeh bigirin, wê demê wê bên, bibin xwedî hêzeke mezin û wê têkoşîna azadiyê ya Kurdan jî bigehe azadiyê.”
 
‘Stratejiya bingehîn a PKK’ê yekîtiya neteweyî ye’
 Di dawiyê de Karayilan daxuyakirin ku stratejiya bingehîn a PKK’ê yekîtiya neteweyî ye û weha peyivî; “Weke tevger nêzikatiya me ya bingehîn ev e. Başûrê Kurdistanê bûye xwedî statû, rewşek erênî ye. Lê îro wê Rojava jî statûya xwe bigire. Divê di vir de li ser bingehekî rast peywendî li gel bê çêkirin. Lê Başûrê Kurdistanê tam tersê vê nêz dibe. Li ser Rojava ambargoyê datîne. Sînoran digire. Sedema vê çi dibe bila bibe, ev nêzîkatî şaş e. Dibe ku sedemên vê hebin, lê bi nîqaşê ev jî dikarin bên çareserkirin.


‘Divê helwes bê nîşandan’

Di encamê de, divê hemû hêzên Kurd li ser bingehê stratejiya hevbeş têkoşînê bimeşînin. Hemû kes ji vê berpirsin. Divê ne berjewendiyên partiyan, berjewendiyên welat bingeh bên girtin. Em weke tevger, li ser vê bingehê me nîqaş kiriye û biryara bingehgirtina xeteke neteweyî me daye. Ji ber vê jî, ger hemû kes berjewendiyên neteweyî bingeh bigirin, wê hem pirsgirêka Kurd a li herêmê bê çareserkirin, hem jî wê krîzên siyasî û aborî yên ku îro li Başûrê Kurdistanê heyîn jî çareser bibin. Divê gelê Kurd jî li hemberî şaşîtiyên partiyan helwêstê nîşan bide. Di demeke weha krîtîk de, li hemberî her kesê ku tevlî yekîtiya neteweyî nebe helwêstê nîşan bidin û wan neçarî hatina ser xeta neteweyî bikin.”
 NAVENDA NÛÇEYAN