Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tê gotin: “Dewleta Tirk, di her dema Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan bilind bûye de ketiye nava têkiliyên qirêj û şerê qirêj. Êrîşa çeteyên çekdar a li hemberî gelê Rojava nîşan dide ku şerê qirêj ê salên 1990 êdî li Sûriyeyê ketiye pratîkê. Ev êrîşên li Cizîr û Êlihê jî, di demeke ku dewleta Tirk li hemberî Têkoşîna Azadiyê tengav bûye de, pêk hatin. Hikûmeta AKP’ê dixwaze bi êrîşkirina van derdoran re li pêşberî Tevgera Azadiyê bêhnê vede, rehet bibe. AKP’ê di şerê li dijî Têkoşîna Azadiyê de biryar daye ku ji niha û pê ve van rêbazên qirêj biceribîne. Tê fêmkirin ku bi vî rengî dixwaze li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd pêvajoyeke nû ya şerê qirêj û tevgera psîkolojîk bide destpêkirin.
Bingehê psîkolojîk amade dikin
Daxuyaniya KCK’ê wiha berdewam dike: “Ev êrîş nîşan didin ku hikûmeta AKP’ê rewşa agirbestê ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê ji bo qelskirina Tevgera Azadiyê dixwaze bikar bîne. Di demên dawî de di navgînên çapemeniyê yên Hîzbûllahê de ku xwe weke Huda-Par birêxistin kiriye, Tevgera Azadiyê ya Kurd û BDP hedef tê nîşandan. Ev yek jî destnîşan dike ku atmosfereke psîkolojîk a van êrîşan hatine amadekirin. Mîna ku di salên 1990 de hat dîtin; dema fêmkirin ku dewletê çav li van êrîşan bigire û piştgiriyê bidê, dest bi êrîşan kirine. Diyar e ku ewê ezmûnên xwe yên kontra yên salên 1990 de, di vê dema nû ya êrîşan de jî bikar bîne.”
Ne teseduf e
KCK’ê wiha got: “Şaşe ku ev êrîş weke rasthatinek an jî hin hêzên herêmî ve werin dîtin. Divê were zanîn ku hem êrîşên li bakurê Kurdistanê hem jî êrîşên li rojavayê Kurdistanê ji aliyê navendekê ve tê plankirin û rêvebirin. Ev derdorên jê re Huda-Par tê gotin û di salên 1990 de di bin baskê dewletê de Kurd qetil dikirin, aşkera dixuye ku bi çeteyên li rojavayê Kurdistanê re di zikhev de ne. Ev kontrayên bi maskeya Îslamê hem li bakurê Kurdistanê hem jî li rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta AKP û Ergenekona kesk ve êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd dikin. Divê têkiliya van bûyerên kuştin û êrîşan bi dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê re bê dîtin. Dê kêm bimîne ku bi tenê Huda-Par were dîtin. Eger bi tenê weke karê Huda-Parê were dîtin, dê têkoşîna li dijî van êrîşan û tedbîr jî kêm bimînin.”
KCK’ê ev tişt ragihand: “Gelê me û hêzên demokrasiyê divê li dijî van cînayetan protestoyên xwe li her derê bilind bike û ji van êrîşan re bêje êdî bes e. Li pişt van êrîşan divê AKP û Ergenekona Kesk bê dîtin. Ji bo rawestandina van êrîşan, li dijî AKP’ê divê bibin xwedî helwest û aliyê vê têkoşînê jî li dijî vî şerê qirêj yên AKP’ê bê rawestandin. Gelê me bi hişmendiya ku ev êrîş ji aliyê dewlet û AKP’ê ve hatiye kirin, di protestoyên rojekê du rojan sînor nemîne û bi ser van êrîşan de bişin. Divê xwepêşendanên berfireh yên ku van cînayetan şermezar dike, pêk werin.”
Parastina xweser
Di daxuyaniyê de ev hat gotin: “Kesên li Cizîr û Êlihê ev êrîş pêk anîne, wek çeteyên çekdar yên Rojava nirxên Îslamî û Îslamê bikartînin û êrîşên têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan. Ev li dij Îslamê ne. Pêkanînkerên cînayetên kontra yên roja îro a salên 1990’î ye. Gelê Kurd û hêzên demokrastiyê divê bizane ku ev êrîş di pevajoya hilbijartinan de û piştî hilbijartinan jî zêdetir bibe û divê parastina xwe cemawerî bike. Parastina cewherî mafê herî rewa yê gelê Kurd. Divê baş bê zanîn ku dewlet wek salên 90’î de êrîşan teşwîq dike.”
Dêkoşîn divê piralî bidome
Di daxuyaniya KCK’ê de ev hat gotin: “Dîwarê ku li sînorên Rojava tên lêkirin, nîşan dide ku dewleta tirk li her derê li dijî têkoşîna azadiya Kurd dijmine. Hêjî rojeva sereke ya dewleta tirk û polîtîkaya wê ya sereke, têkbirina Têkoşîna Azadiya Kurd e û ev jî ji van pêkanînan tê fêmkirin. Ji ber vê jî em têkoşîna li dijî dîwarê şermê tê meşandin piştgiriyê didinê. Gelê me ku piştgiriyê dide rojiya mirinê ya şaredara Nisêbînê divê têkoşîna xwe bilindtir bikin û divê bi vê têkoşînê dijminahiya dewletê ya AKP’ê vala derxînin. Dewleta Tirk li dijî pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salek berê daye destpêkirin, samîmî tevnegeriya û di êrîşên li dijî şoreşga Rojava û têkoşîna gelê Kurd ya Bakur de cih digire. Polîtîka çareseriyê ya AKP’ê tune, pêvajoyê vediguhere pêvajoya şerê psîkolojîk. Ji ber vê divê li dijîvan têkoşîn pir alî bê meşandin.”
ANF/BEHDÎNAN