Zaningeha Tirkiyê ya bi navê Medîpol beriya bi çendekê filmeke reklamê ji bo danasîna zanîngehê amade kiribû, di reklamê de strana muzîkjenê Kurd Şahram Nazerî a bi navê “Şîrîn” li gor xwe guherandine û bi kar anîne. Di reklamê de li ti cihî derbas nabe ku ev muzîk aîdî Şahram Nazerî ye.      

Her weha  Kurdan ev kiryara Zanîngeha Medipolê wek bêrêzî li muzîk û hunerê nirxand ji ber ku saziyeke zanîn û perwerdehiyê berhemeke hunerî di reklameke bazirganî de bi kar aniye û bi ser de jî behsa navê xwediyê muzîkê jî nehatiye kirin.

Jixwe, ev ne cara yekê ye ku muzîka Kurdî ji aliyê sazî, dezgeh û stranbêjên Tirk ve tê bikaranîn bêyî ku behsa çavkaniya berhemê bê kirin. Berê jî stranên hunermendên wekî Hesen Zîrek, Koma Wetan, Mihemed Şêxo û gelek stranên gelerî ji aliyê Tirkan ve hatin dîzîn û wan ew stran kirin malê xwe. 


 STENBOL