Ev şîrketên ocaxên qumê hem berî herikandina avê didin guherandin û hem jî hemû erdên hilberîner yên çandiniyê dixin nava ritamê. Ev ritam dibe sedema ziwabûnê, jiyana bi sedan lebat û sewalan tune dike. Di heman demê de ocaxên qumê qirêjiya hawîrdorê bi xwe re tînin û ev ocax di demên dawî de bi şev û roj dixebitin û hemû mafên mirovan yên civakî yên li derdora çem asteng dikin. Hemû bermahiyên ocaxan ên ku vala dikin hûndirê ava çem li derdora herîkîna avê dibin sedema dîmenên ava şolî. Li çemê Êlihê bi sedan donim erdên çandiniyê ji ber vê sedemê axa wan dibe xîz (qum) û ev jî dibe sedema kêmbûna axê  û rengê ava çem diguherîne.

 Serokê Komeleya Turîzmê ya Danasîna Êlihê Emîn Bulut jî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da û got ku ji Pira Malabadê heta Êlihê bi qederê 30 kîlometreyan ji ber van ocaxên qumê karaseta hawîrdorê ku pêk tê ji aliyê herkesî ve tê dîtin û kes dengê xwe ji vê yekê re nake û diyar  kir ku ev ocaxên qumên dij qanûnî ne. Bulut, bal kişand ser ocaxên qumê yên ku hawîrHeta niha em bi gelek cihên pêwendîdar re li ser vê mijarê ketin têkiliyê û kes pê re eleqedar nebû. ”
Têkildarî mijarê de Serokê Komela Dildarên Hawîrdorê ya Êlihê Recep Kavuş jî nêrînên xwe anîn ziman. Kavuş, da zanîn ku li ser çem û hemû deverên erdnîgariya wan şerê berjewendiyê tê kirin û wiha got: “Heta ku ji destê wan tê bendavan ava dikin. Piştî ku çeryeke wan a din namîne vê carê jî  bi ocaxên qumê dixwazin çem û erdên me bifestisînin û van faaliyetan qirêj pêk tînin. Rewşa niha pir rewşek kambax e û dilê mirovan diêşîne. Em bi taybetî di mehên havînê de gelek zerara van ocaxên qumê dibînin.  Ev îhmal û pêkanîn polîtîkayên dewletê yên ku zirarê bidin xwezaya Kurdistanê bi xwe re tîne û bi zanebûn tên kirin.”

ÊLIH