Kargeha Amargî ya dirûtinê ji destpêka pêlên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, ji aliyê Yekîtiya Star ve ji bo pêşxistina aboriya jinê û peydarkirina cilan li herêmê, di 2012’an de li Kantona Kobanê hate vekirin.
Tevahiya xebatkarên vê kargehê jin in, li gorî demsalan cilan didûrin ango li gorî rewşa hewayê ya herêmê cilan amade dikin.
Îsal jî ji bo pêşwazîkirina demsala zivistanê li Kantona Kobanê, Kargeha Amargî cilên zivistanê yên zarok, ciwan, jin û pîremêran amade dike.
Rojane kargeh 1000 parçe cil û bergan amade dike. Piştî amadekirina cilan, beşek ji dikana girêdayî Kargeha Amargî re tê şandin û beşê din jî ji bo bazarê tê şandin. Derbarê mijarê de, Endama Rêveberiya Kargeha Amargî Şêrîn Îsmayîl destnîşan kir ku bi nêzikbûna demsala nû ya zivistanê re, wekî Kargeha Amargî wan xwast ku cilên zivistanê amade bikin.