Kargeha Medyaya Kurdî ya Atolye BIA’yê bi dersên 25 û 26’ê Nîsanê bi rê ve çûyî bi dawî bû. Kargehê 12’ê Nîsanê destpêkiribû. 25ê Nîsanê, rojnamevan Mahmut Bozarslan û Rêvebera Nûçeyan a Jinnewsê Safiye Alagaş, 26’ê Nîsanê jî edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Alî Ertaş gotarên xwe pêşkêş kirin. Heman rojê beşdarên kargehê pêşniyazên xwe li bianetê kirin. Edîtorê bianeta Kurdî Ferîd Demirel û rojnamevan Murat Bayram jî ev pêşniyazên nûçeyan nirxandin û wî jî pêşniyazên xwe li beşdaran kirin. Li gorî nûçeya di bianetê de, Mahmut Bozarslan di gotara xwe de 25’ê Nîsanê bi rojnamevaniya dijîtal û pêvajoya amadekirina nûçeyên vî warî daket. Piştî wî jî, Rêvebera Nûçeyan a Jinnewsê Safiye Alagaş dersa rojnamevanî û nûçegîhaniya cinsparêz û jinparêz da. Alagaşê her weha behsa dîroka rojnamevaniya jinên kurdan da. Rojekê paşê jî edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Ali Ertaş behsa girîngiya rojnamevaniya ajansan kir. Ertaşî her weha derbarê dîroka ajansên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Firatê, Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê û yên weke wan de jî agahî dan. Di dawiya rojê de jî civînek ji bo pêşniyazkirina nûçeyan bi rê ve çû. Beşdarên kargehê nûçeyên ku dixwazin di bianetê de bên weşandin pêşniyaz kirin. Ferîd Demirel û Murat Bayram jî ev pêşniyaz nirxandin û hin pêşniyaz jî wan li beşdaran kirin. Kargeh ji ber krîza vîrusa koronayê ji 12 ta 15’ê Adarê nekarî li Amedê pêk bê. Li şûna wê dîjîtal bi rê ve çû. Beşa wê ya yekê 12 û 13’ê Nîsanê bû û ya diduyê jî 18 û 19’ê Nîsanê bû; beşa dawî jî 25 û 26’ê Nîsanê bû. Di dersa yekê de Murat Bayram li ser zimanê medyatîv ê bianet Kurdiyê û rojnamevaniya edebî peyivîbû. 13ê Nîsanê jî Ferîd Demirel behsa qalibên hevpeyvînan, cudahiya di navbera hevpeyvîn û roportajan de kiribû. 18ê Nîsanê wênegirê Reutersê, Sertaç Kayar li ser wêneyên ji bo nûçeyan peyivîbû. Heman rojê nûçegîhana Dengê Amerîkayê, BBC tirkîʼyê, rojnamevan Hatîce Kamerê dersa amadekirina podcastan û teknîka podcastan kir. 19’ê Nîsanê jî kameramanê Artı TVyê, rojnamevan Refîk Tekînî behsa bikaranîna kamerayê ya di nûçegîhaniya televizyonan de û pêvajoya amadekirinê ya ji bo van nûçeyan kiribû. Heman rojê bernameçêker û rojnamevan Fatime Tekînê behsa rojnamevaniya li cihên şer kir. NAVENDA NÛÇEYAN