Sakaryayê findiqan kom bikin, li Gara Arifiyê rastî astengiya polîsan hatin. Karkerên ku 36 saetên wan di rêde derbas bûn, çawa ku gihiştin Sakaryayê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û yek bi yek di lêgerîn û kontrola nasnameyan re derbas bûn. Bi hezaran karkerên ku li herêmê bûme mexdûrê koçberiyê û neçarin ku biçin Sakarya û bajarên rojava bixebitin, li rojeva jî rastî zext û zordariyên dewletê tên. 250 karkerên kurd ku bi trîna Gap Ekspresê çûn Sakaryayê li gara Arifiye hatin astengkirin. Piştî karserên kurd ên findiqan di kontrolê re derbas bûn ew şandin herêmê wan ên findiqan. Karkerên kurd di salên borî de jî ji aliyê Midûriyat Polîsan a Sakaryayê ve rastî astengiyan hatibûn û destûr nehatibû dayîn ku têkevin nava sînorê bajar.

SAKARYA