Berxwedana li Amedê ya li dijî dagirkirina şaredariyan dewam dike. Di çalakiya doh de ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin. Ji bo qeyûman jî hate gotin, ew karmendên mêtingeriyê ne.
Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî desteserkirina şaredariyan doh di roja 11’an de dewam kir. Parlamenterên HDP’yî, hevşaredar û şêniyên Amedê tevlî çalakiya li kolana Lîseyê bûn.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz beriya daxuyaniya çapemeniyê axivî û got, ew ê her roj li meydanan bin: “Em qeyûmên wan nas nakin.”
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik jî got, “Qeyûm ne tenê li sê bajaran hatin tayînkirin.”
Ji Platforma Muşawîrên Malî, Amîne Demîr jî diyar kir ku ew li bendê ne bajar ji aliyê hilbijartiyan ve bê birêvebirin û got, “Pêwîstiya welatekî herî zêde bi rewşeke demokratîk heye. Em naxwazin qeyûm şevekê ji nişkê ve bê.”
Berdevka Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê, Jiyan Tîmûrtaş jî destnîşan kir ku qeyûm ‘karmendên mêtinger’ in û ew wan qebûl nakin. Tîmûrtaş anî ziman ku ew li dijî qeyûman û dagirkeriyê ne, lewma divê Kurd li dijî vê feraseta dagirker rawestin: “Divê Kurd di bin sîwana yekîtiya neteweyî de bicivin.”
AMED