Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku piraniya van karsazan li Bakurê Kurdistanê hatine û hat gotin, "Karsazên Kurd her çend berê jî hewl hat dayîn di bin hin sîwanan de werin xebitandin jî, bi ser neketin. Niha bi awayekî belawela li gelemperiya Ewrûpayê hebûna xwe diparêzin û di rewşa heyî de pêwistî bi Yekitiya Karsazên Kurd heye. Em dixwazin ji raya giştî re îlan bikin, ku me lez dane xebatên xwe yên ji bo avakirina vê yekitiyê."
Armancên yekîtiyê
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku weke karsazên Kurd ên li Ewrûpayê, ewê bi awayekî rêxistinbûyî hewl bidin bersivê bidin pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û armancên wan wiha hatin bilêvkirin:
- Yekitiya Karsazên Kurd, wê beriya her tiştî karsazên Kurd ên li Ewrûpayê dijîn di bin sîwanekê de bigihîne hev û di nava endaman de têkiliyê xurt bike
- Pêşveçûnên aboriyê yên li cîhanê baş binirxîne, endamên xwe rast agahdar bike û bi vî rengî rîskan kêm bike
- Ji bo sermiyana li Ewrûpayê hatiye ser hev, li cihê Kurd lê dijîn werin bikaranîn, endaman teşwîk bike
- Bi vê yekê re hem karsaz feydê bike hem jî bêkariyê kêm bike
- Dema ev karên xwe bicih anî, divê cihê xwe li gel mafên mirovan, azadiyên civakî û takekesî, serdestiya huqûqê û demokrasiya gerdûnî bigire.
Di daxuyaniyê de banga xurtkirina vê xebatê li karsazên Kurd ên li Ewrûpayê hat kirin û ji bo têkilîdanînê, ev hejmara telefonê hat dayîn: 00491622715429
BRUKSEL