Doh li Parîsê li cihê dengdayînê doreke gelekî dirêj pêk û bi hezaran kesî dengê xwe bi kar anî. Di nava hilbijêran de kelecana hilbijêrên HDP´ê ya herê darî çav bû. Di nava kesên doh dengê xwe bi kar anî de hevserokê KCD-E´yê Murat Ceylan jî hebû.


Tifaqa jiyana nû li Munixê ya herî çalak e 

Li bajarê Elmanyayê Munîxê jî coşa HDP’ê didome. Hilbijêrên deng bi kar tînin diyar kirin ku HDP wê rizgariya gelan pêk bîne.

Ji welatiyan Gulseren Aksoy piştî ku dengê xwe bi kar anî got, "Ez di wê baweriyê de me ku wê Projeya Jiyana Nû ya HDP'ê bibe rizgariya gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn. Ez bawer im em ê bendê derbas bikin."

Tulîn Çakmak a ku dengê xwe doh da, got, "Tevahiya gelên bindest rêya rizgariyê di HDP’ê de dît. Em bi hêvî ne wê bi HDP’ê re biratiya di navbera gelan de bi pêş keve."

Mevlut Karakoyun jî bang li hilbijêrên hîna dengê xwe nedayî kir: "Mutleq divê gelê me were, dengên xwe bi kar bîne. Ji bo jiyaneke azad a nû divê gelê me biçe ser sindoqan. Em bi dengên xwe li hemberî faşîzmê bibin bersiv.

Ji nûnerên komeleya elewiyan li bajêr Ercan Kara jî got, "Em yek zîhniyet û yek feraseta li Tirkiyeyê pir baş dizanin. Lewma em wek Elewiyên li Ewrûpayê me li hember AKP’ê bi HDP’ê re tifaqa hilbijartinê pêk anî.” 


Ji Dresdenê 50 wesaît

Li Rojhilatê Elmanyayê jî kelecana hilbijartinan dewam dike. Ji bajarê Elmanya Dresdenê, Kurdistanî û Tirkiyeyî bi karwanekî ji 50 wesayîtan çûn Berlînê û dengê xwe bi kar anîn. Qederê 250 kesî bi vî awayî dengê xwe da.

Girseya gel bi gotina dirûşmên "Bijî HDP", "Em, ber bi Meclîsê ve" çûn Konsolosxaneya Berlînê û dengê xwe bikar anî.


Ji Giessenê seferên otobosê

Ji bajarê navenda Hessenê Giessenê roja şemiyê welatiyên Kurd û Tirkiyeyê bi karwanekî wesaîtan ji bo dengdanê çûn ser sindoqên li konsolosxaneya li Frankfurtê û doh jî Navenda Çanda Kurd a Mezopotamyayê  bi otobosekê du sefer organîze kirin û xelk birin ser sindoqên hilbijartinan. Ji bilî otobosê ji bajêr gelek wesaîtên şexsî jî ji bo dengdanê çûn konsolosxaneya Tirkiyeyê li Frankfurtê. Komeleya Elewiyan a li Giessenê jî wê 22 û 23´yê Gulanê seferên otobosê ji bo hilbijêran organîze bike.


Li Kolnê dengdayîn dewam dike

Li bajarê Elmanya Kolnê dengdayîna ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê Îmam Can ji bo dengdayînê got, navenda wan û endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo hilbijêran bibin Konsolosxaneyê 3 mînîbus û bi dehan wesayîtên şexsî, ji saet 09:00 heta 19:00 xistine xizmeta gel.

Can got, "Bangên ji aliyê gelek derdoran ve hatine kirin û hewldanên hemû hevalên me, hêdî hêdî bandorê li sindoqan dikin. Di tevlîbûna dengdayînê de zêdebûnek heye, lê ne di asta tê xwestin de ye. 3 mînîbus û bi dehan wesayîtên şexsî, ji bo gel bigihînin konsolosxaneyê her tim amade ne." 

Can diyar kir ku hilbijêrên derfetên wan ên hatina Navenda Civaka Demokratîk tine bin, eger telefonî wan bikin, ew dikarin wan ji mala wan bigirin û bibin konsolosxaneyê û ducarî bang li gel kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN