Sala 1796´an kurê saetçêkerekî gava li pişta mala bavê xwe dilîst, li Ribchester a ser bi Lancashire (Li Ingilistanê), komek bermahiyên metal ên kevinbûyî, zingargirtî dîtin. Derket holê ku ev ji ekîpmanên garnîzoneke sîwariyan a serdema Romayê ye. Li van garnîzonan sporên siwariyê (hippika gymnasia) ji bo nîşandana hunerê eskeran ji bûyerên girîng bûn. Ew hem ji bo îdman û temrînê bûn û hem jî wan kêf û morala eskeran jî zêde dikir.
Ev kaska hanê jî ji xwe li ser xwe wan resman dihewîne ku behsa şer yan jî musabeqeyên di navbera siwarî piyadeyan de dikin. Bi saxlemî û temamiya xwe ev mînakeke îstîsnayî ye ku ji wê serdemê maye. Ev kask ne tenê weke kask di heman demê de weke maske jî hatiye bikaranîn. Axir ji sedsala 2´yemîn heta bi roja me ya îro qederê 18 sedsalan li dûv xwe hiştine û hêja ye em bi vê nûçeyê hema welê behsa wê bikin.
LONDON