Kavak beriya dawî li jiyana xwe bîne nameyek li pey xwe ji bo heval û malbata xwe hişt. Kavak di nameya xwe de ragihand ku encex dikare ewqas li ber jiyana xerîbiyê li ber xwe bide û ji gelê Kurd xwest ku wî bi awayeke rast fêm bikin û xwedî lê derbikevin. Piştî karên otopsiyê, tê payîn ku cenazeyê Kavak bibin bajarê Zuricha Swîsreyê.
Cemal Kavak demek dirêj li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê xizmeta têkoşîna azadiya gelê Kurd kir û di heman demê de yek ji damezrênerên HADEP û DEHAP û serokê her du partiyan ê Stenbolê bû. Ji ber zext û cezayên li hemberî xwe, di sala 2006 çû Swîsreyê. Cemal Kavak demek dirêj xebatên xwe yên siyasî li Ewropayê meşand û demekê li Franseyê jî hate girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket jî careke din dest bi xebata xwe ya siyasî kir. 

İNNSBRUCK