Navenda Ragîhandina YPGʹê  nasnmeya şervanê YPGʹê yê Emerîkî Paolo Todd (Kawa Amed) ragihand YPG dide zanîn ku Todd 15ʹê Çile di operasyona Xezeba Firatê de, di encama şerê li gundê Siwêdiya Biçûk de jiyana xwe ji dest daye.

YPG di daxuyaniya xwe  dibêje ev armanca hevpar kiriye ku gelek leheng berê xwe bidin Rojava û wiha  dewam dike: “Ji dehan welatên cûda, bi sedan dilxwaz ji bo parastina van armancan gihiştin hev û mil bi mil şer kirin li dijî wahşên sedsalê. Yek ji van lehengan jî heval  Kawa Amed (Paolo Todd) bû ku di 04 Mijdara 2016´an de tevlî nava refên YPG´ê bû û di 15´ê Çilêyê 2017´an de li bakurê Reqayê li gundê Siwêdiya Biçûk şehîd bû.

Nasnameya wî

Nav û Paşnav: Paolo Todd

Navê Rast: Kawa Amed

Navê Dayikê: Rachel Todd

Navê Bav: David Todd

Cihê Ji Dayikbuyînê: Emerîka, Los Angeles

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, Siwêdiya Biçûk 15.01.2017