Peykertraşê ku peykerên Lehengên mîtolojîk ên Mezopotamyayê çêdike û li Atolyeya Peykeran a li Avahiya Xizmetên Civakî ya Sumerparkê dixebite Husamettin Saglik, diyar kir ku dê li Qada Newrozê ya Amedê peykerê Kawayê Hesirkar biçikilinin. Saglik, anî ziman ku 9 salin gelek xebatên girîng pêk anîye, Saglik ku bi taybetî fîgurên mirovan û lehengê mîtolojîk ên Mezopotamyayê çêdike, xebata Şahmeran û Kawayê Hesirkar ji xebatên wî yên girîng in. Saglik ku dê di meha Îlonê de qursa peykeriyê bide der barê xebatên xwe de agahî dan. Saglik, anî ziman ku karê peykeriyê ne pîşe ye û dijberî vê yekê hunerek e. Saglik, anî ziman ku bi armanca lehengê efsanevî yên li Mezopotamyayê bi welatiyan bide nasîn û wan nemir bike xebatê dimeşîne. Saglik, anî ziman ku yek ji van lehengê mîtolojîk û dîrokî Kawayê Hesinkar e û wiha got: "Em dê di rojên pêş de dest bi xebatên girîng bikin. Em dê li Qara Parka Newrozê Peykerê Kawayê Hesinkar biçikilînin. Em dê hewl bidin ku heta Newrozê temam bibe. Em tê diştekî pir mezin û bi heybet çê bikin. Di rojên pêş de em dê dest bi xebatê bikin. 

AMED