Cenazeyê gerîllayê HPG Îsa Kaya ku di çalakiya li dijî Girê Bayrak a nêzî Fermandariya Tugaya Cendirmeyan a Elkê de jiyana xwe ji dest da piştî ji aliyê malbatê ve ji Morgan Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin li navçeya Erxaniyê ya Amedê hate veşartin.
Li Erxaniyê cenazeyê Kaya tevî rêveberên BDP´ê û MEYA-DER´ê ji aliyê girseyeke qelabalix ve hate pêşwazîkirin.  Konvoya cenaze pişt re ber bi gundê Hecieyupê ve kete rê û bi sloganên “Şehîd namirin” birin mala apê wî. Pişt re darbesta Kaya a bi alên HPG'ê hate girêdan birin goristana gund. Piştî vecîbeyên olî Kaya bi tîlîlî û sloganan hate definkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erxaniyê Mehmet Yergîn di merasîmê axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd qirkirinê  dimeşîne e û wiha got: "Em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin."  Malbata Endamê HPG’ê Kaya jî diyar kir ku ew dest ji doza xwe bernadin û aştiyê dixwazin. Piştî axaftinan girseyê ji bo çû serdana konê sersaxiyê.

Li cem birayê wî veşartin
Cenazeyê Gerîlayê HPG Samî Ercan (Remzî Suruç) ku di 15´ê Îlonê de li navçeya Agirî Giyadinê li nêzî gundê Gordê jiyana xwe ji dest da jî li navçeya Riha Pirsûsê li gundê Kizilhoyuk pêr bi merasîmekê hate veşartin. Ji ber merasîma cenazeyê li navçeyê derebeyên dikanan nehatin vekirin. Leşkeran gorîstana gund dorpêç kir, lê belê gel ev yek bi solanên "PKK gel e gel li vir e" şermezar kir. Piştî wecîbeyên olî girseyê cenazeyê gerîla Ercan bi meş û sloganan bir gorîstanê. Samî Ercan li kêleka birayê xwe ku di sala 1995´an de bi hev re tevlî nav refên gerîla bûbûn û di sala 1998´an de jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin. 

NAVENDA NÛÇEYAN