Heyeta KCD'ê û BDP'ê doh jî çûn Hewlerê û bi partiyên Hizbî Zahmetkaşanî Kurdistan û Komala Îslamî re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin li Navenda Giştî ya Hizbî Zahmetkeşanî Kurdistan pêk hat. Heyeta BDP'e ku di bin Serokatiya Parlamantera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane de ziyaret pêk anî, ji alilyê Sekreterê Giştî yê Hizbî Zahmetkaşanî Kurdistan Bilen Abdullah ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek hevbeş hate kirin. Di daxuyaniyê de Abdullah, der barê naveroka hevdîtinê de diyar kir ku hevdîtin li ser rageşiya Hewler û Bexdê, rageşiyên li Rojhilata Navîn polîtîkayên AKP'ê yên li ser geyê Kurd û destnedayîna li hemberî Parlamenterên BDP'ê pêk hatiye. Abdullah anî ziman ku hevpariyek derket holê û dê li hemberî heman pirsgirêkan hestyariyek hevpar bidin nîşan.
Heyeta KCD'ê pişt re derbasî Navenda Giştî ya Komala İslamî bû Heyeta KCD'ê ji aliyê komek mezin ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de Endamê komîteyea Navendî ya Komala İslamî Abdulstar Mecit zerokatiya hevdîtinê kir.
Der barê hevdîtinan de Nûnerê BDP Hewler Mehmet Alî Aydin, diyar kir ku helwesta Hizbî Zahmetkaşanî Kurdistan û Komala Îslamî nêzî hev bûn û eleqeyek baş nîşan dan.
DÎHA/HEWLÊR