KCD'ê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi bîr anî û diyar kir, "Ji bo rizgarkirina rûmeta mirovahiyê wan bedena xwe kirin çeper." KCD'ê ji bo jiyaneke nû ya bi rûmet banga yekîtî û berxwedanê kir.

Di şeva 17-18'ê Gulanê de li Girtîgeha Amedê ya hejmar 5'an şoreşgerên têkoşîna azadiyê ya Kurd Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin û Necmî Oner, li dijî êşkence û tundiya li girtiyan agir berdan bedena xwe û pêkanînên girtîgehê şermezar kiribûn. Di salvegera çalakiya 'Çaran' de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengin û Necmî Oner, bi bîr anîn. KCD'ê got: "Îro jî daxwaza gelê Kurd ew e ku bibe xwedî statu û jiyana azad û demokratîk a gelan."

 

ANF/AMED