Divê yekîtî were parastin
KCD'ê ragihand ku di demeke weha de yekitiya gelê Rojava "gelekî watedar" e û got, "Yekitiya siyasî ya gelê Rojava ku di kesayetiya Konseya Bilind a Kurd de derket holê, divê hîn bêtir were xurtkirin. Giyana yekitiya neteweyî ku bi nêzîkbûna kongreya neteweyî re derket holê, divê herî zêde li Rojavayê Kurdistanê deng vede. Pêwîste hemû partiyên siyasî li gorî giyana demê û pîvanên yekitiya neteweyî polîtîkayên xwe diyar bikin. Di vê dema dijwarbûna têkoşînê de, zor û zehmetiyên madî yên derdikevin pêşiya gelê Rojava, dilê tevahiya gelê Kurd diêşîne. Lewma li her devera cîhanê gelê Kurd kampanyayên alîkariyê dimeşînin."
Bêmirovhiştin ne çareserî ye
KCD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girtina deriyê sînor û wiha got: "Di vê demê de bi vebûna deriyê sînor ê Sêmalka re, ji Rojava ber bi Başûr ve pêleke mezin a koçberiyê rû da. Divê were zanîn ku bêmirovhiştina Rojava wê bi kêrî hêzên dixwazin şoreşê bifetisîne bê. di pêvajoyê şoreşê de, asayî ye ku zehmetî derkevin holê. Lê belê ev dema ku zor û zehmetî zêde bûye, demborî ye û wê bi azadiyê bi encam bibe. Diyare ku gelê Rojava wê civakeke demokratîk, aram û azad ava bike. Gelê Rojava di vê rê de berdêl daye, berdêlan dide. Em bawerin ku gelê me yê Rojava wê bi vê têgihiştinê tevbigere û polîtîkayên bêKurd hiştina Rojava pûç bike. Em bang li her Kurdê li her devera cîhanê dikin ku piştgiriya xwe ya ji bo Rojava xurtir bikin û piştgiriyê bidin gel û partiyên siyasî welatê xwe naterikînin."
AMED