Komîsyona Aboriya KCD’ê ku ev demeke li Kurdistanê konferansên aboriyê pêk tîne û encamên wê jî bi raya gitşî re parve dike.
Hevalên me yên pispor dixebitin
Endamê Komîsyonê Mehmet Cengîz destnîşan kir ku ji bo pratîzekirina encamên Konferansa Aboriyê hewl didin û got: “Li Wan û navçeyên wê xebat hatine aste temamkirinê. Di vê çarçoveyê de ji bo hewcedariya sebze û fêkiyan bê çareserkirin, xebatên me hene. Herêma me pêdiviya fêkiyan ji Îran û Mersînê peyda dike.Di nava çend rojan de em ê şitlên xwe yên fêkî û sebzeyan biçînin. Di vê mijarê de hevalên me yên pispor dixebitin. Ji ber vê divê cotkarên me di nav yekîtiyê de xwe rêxistin bikin. Li bajar em ê nêzî 50 sereyan ava bikin, ev wê li malbatên mexdurên şer bên belavkirin. Fêkî û sebze wê bi rêya navbeynkaran li gelê me bê belavkirin.
Cengîz anî ziman ku di mijara mêşvaniyê de jî li Westanê li 4 gund û 8 mezrayan xebatan dimeşînin û got: “Li van deran li gundên me yên hatine valakirin, bi şêweyeke koperatîfî wê rêxistinî bê kirin û kewar bên belavkirin. Piştî me lingê wê yê civakî ava kir, em ê kooperatîfa mêşvaniyê ava bikin. Herêma Geliyê Qarqaran a Westanê ji bo vê gelek di cih de ye.” Cengîz her weha ragîhand ku wê li Kurdistanê meclîsên xwe avê ava bikin û pirsgirêka avê bi vî awayî çareser bikin.
ANF/WAN