Dadgeha Bilind a dewlet Tirk, KCD û KCK heman tişt hesiband û di vê çarçoveyê de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li Hevseroka KCD’ê ya berê Selma Irmakê hatibû birîn erê kir. Hêjayî gotinê ye, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Tirkiyê xwedî statuyeke qanûnî ye.

Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê bi tawanbariya ”endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û bi tawanbariya ”propgandaya rêxistinê” 18 meh ceza li Irmakê birîbû. Dadgehê ev herdu ceza jî erê kirin.

Parêzer wê li Dadgeha Destûra Bingehîn li ber vê biryarê rabin.