Parlementerê BDP’ê yê Wanê û Endamê Lijneya Koordînasyona KCD’ê Ozdal Uçer li ser navê şandeyê di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku wana di hevdîtinan de nêrîna KCD’ê ya li ser bûyer û geşedanên li Rojhilata Navîn ragihandine, bal kişandine ser rewşa rojavayê Kurdistanê û girîngiya wê ya ji bo yekitiya neteweyî û derbarê van mijaran de agahî wergirtine. Di şandeya KCD’ê de tevî Uçer, Parlementera BDP’ê ya Qersê û Endama Lijneya Koordînasyona KCD’ê Mulkiye Bîrtane, Emdanê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê û Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş, Endama Meclîsa Daîmî û Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglû, Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê û Parlementerê berê Osman Ozçelîk, Endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Vedat Çetîn bûbûn serdana Başûrê Kurdistanê.
Uçer li ser navê Şandeya Dîplomasî ya KCD’ê derbarê serdan û hevdîtinên dîplomatîk ên li başûrê Kurdistanê de agahî da. Uçer da zanîn ku şandeya wan di navbera 14-20’ê Kanûnê de çûne serdana Tevgera Goran, Hizbî Şuî, Yekgirtûy Îslamî, Komeley Îslamî, Hizbî Zehmetkêşan, PÇDK, Yekitiya Parlementerên Kurdistan û Kampa Mexmûrê. Her wiha diyar kir ku şandeya wan roja 17’ê Kanûnê bi serokatiya Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anîne. Uçer da zanîn ku ji ber newxweşiya Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî, hevdîtina wan a ku bi YNK’ê re hatibû plankirin, pêk nehatiye. Uçer destnîşan kir ku destkeftiyên Kurdan ên li rojavayê Kurdistanê destkeftiyên hemû gelê Kurd in.
Divê ambargo bê rakirin
Uçer got: “Di sedsala 21’emîn de yekitiya demokratîk a Kurdan êdî tiştek bivênevê ye” û da zanîn ku wana weke KCD’ê xebatên xwe di çarçoveya yekitiya neteweyî de dimeşînin. Uçer ragihand ku mijara wan a sereke ya van serdana rewşa rojavayê Kurdistanê bû û destnîşan kir ku di van hevdîtinan de nirxandinên gelek girîng hatine kirin. Uçer li hemberî bûyer û geşedanên li Rojhilata Navîn bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî û hewcedariya lezgîn a bi konferansa neteweyî.
Uçer agahî da ku wana ne tenê hevdîtin bi partiyên siyasî û rayedarên hukûmetê re pêk anîne, wana hevdîtin bi saziyên sivîl re jî pêk anîne û diyar kir ku di hevdîtinan de aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine gotûbêjkirin û xwest ku ev pirsgirêk bê ku tu windahiyên canî çêbibin, bê çareserkirin.
Herî dawî Uçer bang kir ku divê embargoya li ser gelê Kurd li Roajavayê Kurdistanê û gelê Sûriyeyê hatiye danîn bê rakirin û ji bo hewcedariyên gelê rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bang kir. n
ANF/AMED