Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi peyameke nivîskî êrişa doh li dijî Walîtiya Hewlêrê ku tê de karmendekî walîtiyê tê de jiyana xwe ji dest da, şermezar kir û sersaxî xwest.

KCD´ê di peyama sersaxiyê de diyar kir ku ew li dijî êrişan piştgiriyê dide gelê Başûrê Kurdistanê.

Di peyama KCD’ê de hat gotin, “Di 23’yê Tîrmeha 2018’an de seat 07.30’an de li hemberî Walîtiya Hewlêrê êrişeke terorîstî pêk hat. Em vê êrişa terorîstî bi tundî şermezar dikin.

Rehma Xwedê li xebatkarê Walitiyê yê jiyana xwe ji dest dayî be. Bila serê malbata wî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê me sax be.”

KCD’ê hevxemiya xwe parve kir û piştevaniya bi gelê Başûr re ragihand. n AMED