Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E ji bo çalakiyên 1’ê Îlonê bang kir û got, “Em li her cihî daxwaza azadiya Ocalan bikin.”

Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) ji bo çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser şerê ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dewam dike. Di daxuyaniyê de bang li navendên KCDK-E û gelê Kurdistanê hate kirin da ku beşdarî çalakiyên 1’ê Îlonê bibin.

KCDK-E´yê, bi bîr xist ku şer li Rojhilata Navîn bi hovîtê didome, û got, “Ji ber vî şerî bi hezaran mirov mirin, bi sedan hezaran ji cih û warên xwe bûn û bi deh hezaran mirov jî seqet man.

Êrişa li dijî dayikan rûyê AKP´ê nîşan dan

Hikûmeta şer a AKP-MHP’ê ku li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê ji bilî şer, hilweşandin û komkujiyê ti polîtîkaya xwe nîne, bi desteka hêzên paşverû û berjewendîparêz ên navneteweyî vê polîtîkaya xwe ya gemarî dimeşîne. AKP’ê bi êrîşa xwe ya li Dayikên Şemiyê, careke din rûyê xwe yê rast nîşan da. Yekane alternatîfa van polîtîkayên înkar û komkujiyê, paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Ev paradîgma paradîgmaya azadîparêziya jinê, jiyana wekhev û azad a hemû nasname û baweriyan e.”

KCDK-E´yê paşê, got, wezîfeya hemû parêzvanên aştî û demokrasiyê ye ku ji bo aştî û azadiya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, azadiya Birêz Ocalan biparêzin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Weke KCDK-E´yê em bang li hemû navendên xwe û gelê xwe dikin ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li her cihî bi parêzvanên aştiyê re fikrên azadî, aştî û demokrasiyê yên Rêber Apo berz bikin. Banga me li gelê me ew e ku tevlî hemû meş û çalakiyên aştiyê bibin, daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo, statuya Kurdistanê û aştiya li gelemperiya cîhanê bînin ziman.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN