Bi hatina zivistanê jiyana wan wê zêhemettir be

Di daxuyaniya KCDK-E de hat ragihandin, dewleta Tirk naxwaze gelê Şirnexê vegere malên xwe û bi zordariyê dixwaze serî li gel bide tewandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ev 6 meh in gelê me li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dide û ji bo axa xwe neterikîne têdikoşe. Gelê Şirnexê, tevî tî, birçîbûn û bê stargeh jî, bi rengekî bi rûmet têdikoşe.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Dewleta Tirk a mêhtînger, hemû xanî û avahiyên li taxên navenda bajarê Şirnexê, çi saxlem çi jî yên xisar li wan bûne, hemûyan xera dike. Pirsgirêkek giran a stargehê li pêşiya gelê Şirnexê ye. Li dijî gelê Şirnexê şîdeta qirkirinê û zexta dewleta mêtînger tên meşandin.

Pêwîst e em bi lezgînî bersivê bidin pêdiviyên gelê xwe. Şert û mercên jiyanê yên gelê me yê Şirnexê roj bi roj giran dibe. Gelek malbat li binê konan dijîn. Bi hatina zivistanê re wê jiyana wan bêhtir zehmet bibe. Lewma bi lezgînî pêwîstî bi konên ji bo zivistanê, sobe, nivîn û betaniyan heye.


Ji bo bilindkirina ala Mehmet Tûnç

Ji bo dilsoziya bi têkoşîna pîroz a şervanê azadiyê Mehmet Tûnç û gelek lehengên mîna wî, ji bo bilindkirina ala wan, em ê xwedî li gelê xwe derkevin û di vî warî de seferber bibin. Piştgiriya ji bo gelê Şirnexê, ku li dijî zext û dagirkeriya dewleta Tirk li ser navê mirovahiyê têdikoşe, erka me ya însanî û exlaqî ye.


Bi hemû hêza xwe tevlî vê kampanyayê bibin

Her wiha KCDK-E da zanîn ku weke sazî ew piştgiriyê  didin kampanya desteka madî ya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Şirnexê û wiha pê de çû: ”Bi ruhê piştgiriyê em xwedî li vê kampanya ji bo tedarikkirina konên zivistanê, sobe, nivîn û betaniyê. Em bang li gelê xwe dikin ku bi hemû hêza xwe tevlî vê kampanyayê bibe.

Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku hejmara wan a li Ewrûpayê bi sed hezaran e, li her cihê lê ne bi lezgînî tevlî kampanya Heyva Sor a Kurdistanê bibin. Bi her rêbaza piştgiriyê weke KCDK-E em seferber bibin. Em bang li hemû navendên xwe yên civaka demokratîk dikin, ku li her cihê lê ne bi rengekî aktîf tevlî kampanyayên xwedîderketina li Sûr, Cizîr, hemû qadên xwerêveberiyê bibin.” 


 BRUKSEL