
KCDK-E di 9-10’ê Hezîranê de kongreya xwe bi şîara “Bi xwerêveberiyê ve ber bi civaka rêxistinbûyî û Kurdistana azad ve” li dar xist. Ji bo Hevserokatiya KCDK-E jî Şemse Gulu û Yuksel Koç hatin hilbijartin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) encamên kongreya xwe bi danezanekê eşkere kir. Di danezana encamê de hat ragihandin, li ser bingeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a aştiyane, azadîparêz û demokratîk li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê, wê xebat bên meşandin.
Kampanya malbata hevpar nehat jibîrkirin
Ji 400 sazî û 26 federasyonên ji 16 welatên Ewropayê û welatên Awûstralya, Kanada û Japonyayê 285 delege tevlî kongreyê bûn.
Di danezanê de bal hat kişandinî ser erk û berpirsyariyen dîrokî yên Kurdistaniyên li derveyî welêt û hat gotin, “Di kongreya me de biryar hatiye dayîn ku tevî têkoşîna siyasî û dîplomatîk a li hemberî êrişên qirkirinê, ji bo xwedîderketina madî û manewî ya li mirovên me, wê xebateke berfireh bimeşîne.” Di vê çarçoveyê de bang li Kurdistaniyan, mirovên pêşverû û raya giştî ya demokrat hat kirin da ku bi rengekî aktîf tevlî xebatên kampanya ‘malbata hevpar’ bibin.
Pirgirêkên civaka Kurd li Ewrûpa
Yek ji mijarên sereke jî çareserkirina pirsgirêkên Kurdên li Ewrûpayê bû û bi vê armancê li ser mijarên civakî, perwerde, çandî, hunerî, sprotîf û raya giştî-lobî biryar hatin dayîn. Di dawiya kongreyê de Şemse Gulu û Yuksel Koç ji bo Hevserokatiya KCDK-E hatin hilbijartin. Her wiha Desteya Rêveber a ji 55 kesan, ku 22 jê jin in û desteyên kontrol û dîsîplînê yên ji 5 kesan, hatin hilbijartin.
Di danezana encamê de hat destnîşankirin, xebatên dema nû bi giranî wê bi komîsyonên têkiliyên bi gel re, çapemenî, ziman, perwerde, çand-huner, ciwan, jin, têkiliyên derve û proje, spor û baweriyan bên meşandin.
Biryarên girîng ên kongreya KCDK-E
Li gorî danezana encamê, çend ji biryarên di kongreyê de hatine girtin bi vî rengî ne:
* KCDK-E li ser bingeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ê zêdeyî 17 sal in di nava tecrîda giran de tê ragirtin, ji bo çareseriya wekhev, azadîparêz, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê dixebite.
* Ji bo ziman, nasname, çand, rewşa civakî û siyasî ya Kurdên li Ewrûpayê li welatên lê di nava sazî û qanûnan de bên naskirin KCDK-E dixebite, di vî warî de saziyan ava dike û saziyên heyî jî bi pêş ve dibe.
* KCDK-E nasnameya Kurdan diparêze û ji bo bi gelên li welatên lê re tevbigere, dixebite.
* KCDK-E ji bo agahiyan li ser pirsgirêka Kurd bide û piştgiriyê ji bo çareseriyê peyde bike, li nava civaka Ewrûpayê û saziyên wê, xebatên raya giştî-lobiyê dimeşîne.
* KCDK-E têkildarî ziman, dîrok û çanda Kurd lêkolînan dike, dide kirin.
* KCDK-E tevî bicihanîna armancên xwe, bi saziyên Kurd ên ne endamên kongreya me ne, dostanî û piştgiriyê esas digire.